Kategoriler
Haberler

SERSALA WE PÎROZ BE!

 

SERRNEWEYÊ ŞIMA PÎROZ BO!

YENİ YILINIZ KUTLU OLSUN!

Di sala 2025’an de em ji bo cîhanek ku tê de hezkirin û rêzgirtin serdest be û mirov di nav aştî û mafên wekhev de bijîn dixwazin. Sala nû, bila bibe ku mafê jiyanê yê her kesî pîroz be, mirin û şer bi dawî bibe û hemû dil bi aramî lê bixin. Werin em bi hev re cîhanek xweşiktir ava bikin û bi hezkirina ku em ji hev re hîs dikin û cûdahiyên xwe wekî dewlemendî qebûl dikin. Em bi hev re ber bi pêşerojeke geştir, adiltir û bextewartir ve bimeşin.

Hevşaredarên me û endamên meclisa şaredariyê

 

Kategoriler
Haberler

Li navçeya me rawestgehên otobusan tên nûkirin

Şaredariya me û Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo nûkirina rawestgehên otobusan ên kevn û nayên bikaranîn li navçeyê xebateke hevpar dan destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de rawestgehên heyî hatin kontrol kirin û yên ku nayên bikaranîn hatin tesbîtkirin.

Wekî din, ji bo ku karûbarên veguhestina gelemperî bi bandortir bê meşandin, deverên nû yên ku hewcedariya wan bi rawestgehan heye hatin destnîşankirin. Li gorî plana xebata, hem nûkirina rawestgehên şikestî û hem jî danîna rawestgehên nûjen li xalên pêwîst dê demeke kin de bi dawî bibe.

Welatiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi vê xebatê dê çûnûhatin hêsantir bibe û xizmetek rehettir bê dayîn.

Tê plankirin ku xebat di demeke kin de biqede û rawestgeh jî bên bikaranîn.

Kategoriler
Haberler

Pêngava Şaredartiya Civakî ji Şaredariya me: Firina nan a gel dikeve xizmetê

Şaredariya me di çarçoveya nêzîkatiya şaredartiya civakî de projeyek girîng dimeşîne. Ji bo “Firina Nan a Gel” ku armanca wê; li navçeyê nan bi bihayekî erzantir peyda bike amadekariyên dawîn tê kirin.

Di çarçoveya projeyê de bicihkirina makîneyên li qada ku wek firinê tê bikaranîn bi lez û bez dewam dike. Nanên ku ji aliyê xebatkarên şaredariya me ve dê bên pijandin, dê rasterast li bufeyên ku li hin nuqteyên li navenda navçeyê hatin danîn de bên firotin.

Bi saya Bufeyên Nanê Giştî dê şêniyên navçeyê hêsantir bigihîjin nanê bi kalîte û bi erzanî. Hevşaredarên me diyar kirin ku ev pêngav bi taybetî ji bo welatiyên kêmderfet wê bibe destekek girîng.Firotana nan di demek nêz de dê bufeyên ku li navçê hatin bicihkirin de dest pê bike.

Ev înîsiyatîfa şaredariya me weke pêngaveke ku bi polîtîkayên erzan ên xwarinê re asta jiyana xelkê navçeyê bilind dike tê nirxandin.

Kategoriler
Duyurular

Tür koruma çalışmaları Hk.

Kategoriler
Haberler

Midûrê nû ya Iş Bank ê serdana Hevserokên me kir

Midûrê nû ya Iş Bank ê Burhan Denîz serdana şaredariya me kir û bi hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen re hevdîtin pêk anî.

Kategoriler
Haberler

Li taxa Ferîdûnê temîrkirina rêyên ku ji ber boriyên gazê xera bûne didome

Temîrkirina rêyên ku ji ber danîna boriyên gazê xera bûne li hemû navçê didomin. Di çarçoveya xebatan de, li kolana Ûmudê ya li taxa Ferîdûnê rêya ku xera bûyî ji aliyê ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariya me bi asfaltê hatin tijekirin.

 

Kategoriler
Haberler

Li gundê Şaho û Şêlima xebata vekirina rê hatkirin

Xebatên me yên ji bo vekirinê rêyan û hêsankirina trafîqê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de qêrêdera me li gundê Şaho û Şêlima amûrên ku li ser rê astengiyan derdixin dide alî û rêyan sererast dike.

Kategoriler
Haberler

Sîteya Pîşesaziyê xebatên paqijkirinê hat kirin

Ji aliyê Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me ve, li Sîteya Pîşesaziyê xebatên paqijkirinê hat kirin.
Di çarçoveya xebatan de, copên li Sîteya Pîşesaziyê hatin berhevkirin û herêm hat paqijkirin.

Kategoriler
Haberler

ji bo Ewlehiyê kasîsên ji bo qutkirina lezê hatin çêkirin

Ekîbên şaredariya me ji bo ku ewlehiya trafîkê û bi taybetî li ber dibistanan ewlehiya xwendekaran zêde bikin kasîsên ji bo qutkirina lezê hatin bi cîhkirin.

Rayedarên şaredariya me diyar kirin ku girîng e şofêran leza xwe di bin kontrolê de bihêlin û rêwiyên peyayan bi ewle bihêlin. Rayedaran diyar kirin ku ji welatiyan bertekên erênî wergirtine û diyar kirin ku dê li herêmên din ên ku pêwîstî pê hebe jî wê pêkanînên bi vî rengî bên kirin.

Ji ajokaran hat xwestin ku li gor rêgezên trafîkê tevbigerin û dema ku nêzikî kasîsan dibin baldar bin.

Kategoriler
Haberler

Karên sererastkirina peyzaja li ser rê ya Farqîn û Amedê tên çê kirin

Refuja li ser rê ya Farqîn û Amedê xebatên peyzajê didomin. Ekîbên Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya me di çarçoveya xebatan da axa refujê sererast dikin û çîm datinîn. Di heman demê de xebat ji aliyê Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî ve hatin kontrolkirin.

Bi xebatên ku didomin, armanc ew e ku refuj bêtir bê estetîk kirin û hêşîntir. Ekîbên me ji bo zêdekirina qadên hêşîn dê xebatên wiha bidomînin.