Kategoriler
Haberler

Li kargehên girti kontrola tûtin û berhemên wê hate kirin

🚬Li kargehên girti kontrola tûtin û berhemên wê hate kirin

Tîmên Midûriyeta me ya Zabitayê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Hezroyê li kargehên girtî ên navçeya me kontrol kirin ku tûtin û berhemên wê tên bikaranîn an na. Xwediyên kafe, qehwexane û kargehên din hatin hişyarkirin û girtekên pêwîst hatin girtin.

Kategoriler
Haberler

Berî Meha Remezan Kontrolên Xwarinê Hatin Zêdekirin

Berî Meha Remezan Kontrolên Xwarinê Hatin Zêdekirin

Berî meha Remezanê, ji bo ku gel bigihîje xwarinên paqij û ewledar, ji aliyê ekîbên zabîtaya şaredariya me ve li seranserê navçê kontrolên berfireh ên xwarinê tên kirin. Kontrol bi hevkariya personelên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Farqînê ve tên meşandin.

Di dema kontrolên ku li hemû karsaziyên firotina xwarina tên kirin de, bi taybetî market, firûn, qesab û pastaxana, dema dawî ya bikaranîna hilberan, mercên paqijiyê, rastiya giramaja, etîketên bihayê û destûrnameya cihê kargehan bi baldarî tên kontrolkirin.

Herwiha, tîmên teftîşê lêkolîn dikin ka karmend rêgezên paqijiya kesane dişopînin û şert û mercên paqijiya giştî li cihên kar pêk tînin an na.

Di dema kontrolan de, cihên ku rewşên dijî qanûnê tên dîtin li wan hişyariyên pêwîst tên dayîn, li hember kargehên ku têkildarî ciddî tên dîtin jî pêvajoyên qanûnî tên sepandin. Berpirsiyar, bi destnîşankirina ku kontrol bi bênavber dê di tevahiya meha Remezanê de jî bidomin, girîngiya parastina tenduristiya gel xist pêş.

Şaredariya me bi biryardarî xebatên xwe yên teftîşê didomîne da ku welatî bikaribin bi aramî danû-sitendinê bikin, û em ji dikandaran jî dixwazin ku di pabendbûna rêzikan de hesasiyet nîşan bidin.

Kategoriler
Haberler

Piştî barana zêde, li kolanan xebatên paqijkirinê dest pê kirin

Piştî barana zêde, li kolanan xebatên paqijkirinê dest pê kirin

Piştî barana zêde ya ku bandor li navçeya me kir, ekîbên me dest bi xebatên paqijkirina kolanan kirin. Ekîban bi baldarî ew çamûr û bermahiyên cûrbecûr ên ku piştî baranê li kolan û rêyan kom bûne, paqij dikin.

Kategoriler
Haberler

Li Farqînê ji ber barana zêde li hin deverên bajêr lehî rabû

🌧️ Li Farqînê ji ber barana zêde li hin deverên bajêr lehî rabû. Li Taxa Selahattîn gelek mal û rê di bin avê de man.
Ekîbên me yên şaredariyê demildest mudaxele kirin û xebatên valakirin û paqijkirinê berdewam kirin. Hevserokên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen jî li qadê xebatan, di cih de şopandin û ji welatiyên me re derbasiya lezgîn xwestin.
Em bi hemû tîmên xwe re li cem gel in

Kategoriler
Haberler

Civîna meha sibatê ya meclîsa şaredariya me bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.

Civîna meha sibatê ya meclîsa şaredariya me bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.

Kategoriler
Haberler

Bi Têgihiştina Şaredariyek Zelal, Tabloya Dahat û Lêçûnên 2025an Hat Ragihandin

📊📉TABLOYA DAHAT Û LÊÇÛNÊ MEHA KANÛNÊ YA ŞAREDARIYA FARQÎNÊ

NAVBERA 01.01.2025-31.12.2025’AN

Bi Têgihiştina Şaredariyek Zelal, Tabloya Dahat û Lêçûnên 2025an Hat Ragihandin

Şaredariya me, di çarçoveya têgihiştina şaredariyek zelal de, tabloya dahat û lêçûnên sala 2025an bi rayagiştî re parve kir.

Di vê çarçoveyê de, pankarteke agahdariyê li ser avahiya şaredariyê hate daliqandin û her wiha tabloyên berfireh li ser hesabên medyaya civakî yên şaredariyê jî hatin weşandin.

Kategoriler
Haberler

Spasî ji xebatkaran re

👏 Spasî ji xebatkaran re

Me hevalên xwe yên kedkar ên di rojên herî dijwar ên zivistanê de li qadan xebitîn ji bîr nekir.
Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen spasiya hemû xebatkarên ku li hember şert û mercên hewayê yên dijwar, bi fedakariyeke mezin peywira xwe domandin kirin.

Em bi hebûna we kêfxweş in, spas ji bo hewildanên we. ❄️

Kategoriler
Haberler

Li Pira Malabadê xebata paqijkirinê hate kirin

✨ Li Pira Malabadê xebata paqijkirinê hate kirin

Ekîbên Midûriyeta Paqijkirinê li Pira Malabadê xebatên paqijkirinê kirin.

Bajarê me niha paqijtir û xweşiktir e! 🌿💪

Kategoriler
Haberler

Me civîna xwe ya meha Sibatê ya Meclîsa Jinan pêk anî.

📌Me civîna xwe ya meha Sibatê ya Meclîsa Jinan pêk anî.

Di civînê de Hevseroka me Sevîm Bîcîcî destnîşan kir ku di şerê li Rojava de êrîşên li ser bedena jinê tên kirin û têgînên ku bedena jinê weke rêbaza şer radixe ber çavan, hovîtî ye û diyar kir ku em ê van pêkanînên hovane yên li dijî jinê qebûl nekin.
Her wiha xebatên li ser gotarên plankirina têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî hatîn gufto kirin
Ji bo em bibin dengê jinan, bo piştevanî û rêhevalê jinan; Ji bo jiyanek wekhev, azad û bi rûmet em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin.

Kategoriler
Haberler

Civîna meha sibatê ya Meclîsa Şaredariya me dest pê kir

Civîna meha sibatê ya Meclîsa Şaredariya me dest pê kir

Civîna meha sibatê ya Meclîsa Şaredariya me di bin serokatiya Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen de bi rûniştina yekemîn dest pê kir.