⛑️Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji bo Ekîba Lêgerîn û Rizgarkirinê ya SBAKê Dest Pê Kir
Bi hevkariya Midûriyeta Karên Bobelatê ya Şaredariya me û Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgeha Amedê, perwerdehiya alîkariya yekem, ku beşek mecbûrî ya pêvajoya akredîtasyona AFADê ye, ji bo Ekîba Lêgerîn û Rizgarkirinê ya SBAKê ya ku di Şaredariya me de hatiye damezrandin dest pê kir.
Armanca perwerdehiya du rojî ew e ku kapasîteya ekîban ji bo bersivdayîna bobelat û rewşên awarte zêde bike.
🛣️❄️Temîrkirina çalên ku piştî berfê li kolanan çêbûne didomin🦺👷🏽
Ekîbên Midûriyeta Karê Fenê ya şaredariya me xebatên temîrkirina çalên ku piştî barîna berfê li ser kolanan çêbûne didomîne. Di çarçoveya xebatan de, çalên ku li kolanên navçê çêbûne ji ber ku veguhastin ewletir û hêsantir bibe bi asfaltê hatin temîrkirin.
🚧📢Xebat dê li kolan û kuçeyên din yên ku lê çal çêbûne jî bidomin.
Hevşaredarên me tevlî xebatên paqijkirina berfê bûn
Di çarçoveya xebatên paqijkirina berfê de, Hevserokên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen derketin qadê û ligel ekîban beşdarî xebatên paqijkirina berfê bûn.
Hevşaredaran, ku li cihê kar lêkolîn kirin, piştgirî dan hewldanên ku bi hevrêziya ekîban re têne kirin. Şaredariya me tevî şert û mercên hewayê yên nebaş jî bênavber xebatên xwe didomîne.
Piştî berfa ku duh êvarê li navçeya me ji nû ve barî, ekîbên me yên paqijkirina berfê tevahiya şevê li qadê xebitîn.
Ekîbên me li seranserê navçeyê, bi taybetî li ser rêyên sereke, bi berdewamî xebatên paqijkirina berf û xwêkirinê kirin û ji bo pêşîlêgirtina li encamên neyînî yên muhtemel, bê westan xebitîn.
Ekîbên me yên ku ji saetên serê sibê ve daketin qadê û dixebitin, ji bo ewlehiya veguhestin û peyayan asteng nebe, li kolan, rê û peyarêyan bi baldarî berfê paqij dikin.
Ji bo ku welatiyên me bikaribin bi ewlehî jiyana xwe ya rojane bidomînin, ekîbên me dê heta ku berf kêm bibe li qadê bimînin.
🛣️❄️Çalên ku piştî berfê li kolanan çêbûne hatin temîrkirin🦺👷🏽
Ekîbên Midûriyeta Karê Fenê ya şaredariya me çalên ku piştî barîna berfê li ser kolanan çêbûne bi asfaltê temîrkir. Di çarçoveya xebatan de, çalên ku li kolanên navçê çêbûne ji ber ku veguhastin ewletir û hêsantir bibe bi asfaltê hatin temîrkirin.
🚧📢Xebat dê li kolan û kuçeyên din yên ku lê çal çêbûne jî bidomin.