Kategoriler
Haberler

Piştî barana zêde, li kolanan xebatên paqijkirinê dest pê kirin

Piştî barana zêde, li kolanan xebatên paqijkirinê dest pê kirin

Piştî barana zêde ya ku bandor li navçeya me kir, ekîbên me dest bi xebatên paqijkirina kolanan kirin. Ekîban bi baldarî ew çamûr û bermahiyên cûrbecûr ên ku piştî baranê li kolan û rêyan kom bûne, paqij dikin.

Kategoriler
Haberler

Li Farqînê ji ber barana zêde li hin deverên bajêr lehî rabû

🌧️ Li Farqînê ji ber barana zêde li hin deverên bajêr lehî rabû. Li Taxa Selahattîn gelek mal û rê di bin avê de man.
Ekîbên me yên şaredariyê demildest mudaxele kirin û xebatên valakirin û paqijkirinê berdewam kirin. Hevserokên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen jî li qadê xebatan, di cih de şopandin û ji welatiyên me re derbasiya lezgîn xwestin.
Em bi hemû tîmên xwe re li cem gel in

Kategoriler
Haberler

Civîna meha sibatê ya meclîsa şaredariya me bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.

Civîna meha sibatê ya meclîsa şaredariya me bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.

Kategoriler
Haberler

Bi Têgihiştina Şaredariyek Zelal, Tabloya Dahat û Lêçûnên 2025an Hat Ragihandin

📊📉TABLOYA DAHAT Û LÊÇÛNÊ MEHA KANÛNÊ YA ŞAREDARIYA FARQÎNÊ

NAVBERA 01.01.2025-31.12.2025’AN

Bi Têgihiştina Şaredariyek Zelal, Tabloya Dahat û Lêçûnên 2025an Hat Ragihandin

Şaredariya me, di çarçoveya têgihiştina şaredariyek zelal de, tabloya dahat û lêçûnên sala 2025an bi rayagiştî re parve kir.

Di vê çarçoveyê de, pankarteke agahdariyê li ser avahiya şaredariyê hate daliqandin û her wiha tabloyên berfireh li ser hesabên medyaya civakî yên şaredariyê jî hatin weşandin.

Kategoriler
Haberler

Spasî ji xebatkaran re

👏 Spasî ji xebatkaran re

Me hevalên xwe yên kedkar ên di rojên herî dijwar ên zivistanê de li qadan xebitîn ji bîr nekir.
Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen spasiya hemû xebatkarên ku li hember şert û mercên hewayê yên dijwar, bi fedakariyeke mezin peywira xwe domandin kirin.

Em bi hebûna we kêfxweş in, spas ji bo hewildanên we. ❄️

Kategoriler
Haberler

Li Pira Malabadê xebata paqijkirinê hate kirin

✨ Li Pira Malabadê xebata paqijkirinê hate kirin

Ekîbên Midûriyeta Paqijkirinê li Pira Malabadê xebatên paqijkirinê kirin.

Bajarê me niha paqijtir û xweşiktir e! 🌿💪

Kategoriler
Haberler

Me civîna xwe ya meha Sibatê ya Meclîsa Jinan pêk anî.

📌Me civîna xwe ya meha Sibatê ya Meclîsa Jinan pêk anî.

Di civînê de Hevseroka me Sevîm Bîcîcî destnîşan kir ku di şerê li Rojava de êrîşên li ser bedena jinê tên kirin û têgînên ku bedena jinê weke rêbaza şer radixe ber çavan, hovîtî ye û diyar kir ku em ê van pêkanînên hovane yên li dijî jinê qebûl nekin.
Her wiha xebatên li ser gotarên plankirina têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî hatîn gufto kirin
Ji bo em bibin dengê jinan, bo piştevanî û rêhevalê jinan; Ji bo jiyanek wekhev, azad û bi rûmet em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin.

Kategoriler
Haberler

Civîna meha sibatê ya Meclîsa Şaredariya me dest pê kir

Civîna meha sibatê ya Meclîsa Şaredariya me dest pê kir

Civîna meha sibatê ya Meclîsa Şaredariya me di bin serokatiya Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen de bi rûniştina yekemîn dest pê kir.

Kategoriler
Haberler

Çalên li ser rêya Sîteya Pîşesaziyê bi asfaltê hatin dagirtin

🛣️❄️ Çalên li ser rêya Sîteya Pîşesaziyê bi asfaltê hatin dagirtin 🦺👷🏽


Ekîbên Midûriyeta Karê Fenê ya şaredariya me xebatên temîrkirina çalên ku piştî barîna berfê li ser kolanan çêbûne didomîne.

🚧📢Xebat dê li kolan û kuçeyên din yên ku lê çal çêbûne jî bidomin.

Kategoriler
Haberler

Li goristana xebatên paqijkirinê didomin

🌸 Li goristana xebatên paqijkirinê didomin 🌿

Ekîbên Midûriyeta Goristanan ya şaredariya me li seranserê navenda navçeyê paqijiyek berfireh li goristanên me pêk anîn.