Kategoriler
Haberler

Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji bo Ekîba Lêgerîn û Rizgarkirinê ya SBAKê Dest Pê Kir

⛑️Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji bo Ekîba Lêgerîn û Rizgarkirinê ya SBAKê Dest Pê Kir

Bi hevkariya Midûriyeta Karên Bobelatê ya Şaredariya me û Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgeha Amedê, perwerdehiya alîkariya yekem, ku beşek mecbûrî ya pêvajoya akredîtasyona AFADê ye, ji bo Ekîba Lêgerîn û Rizgarkirinê ya SBAKê ya ku di Şaredariya me de hatiye damezrandin dest pê kir.

Armanca perwerdehiya du rojî ew e ku kapasîteya ekîban ji bo bersivdayîna bobelat û rewşên awarte zêde bike.

Kategoriler
Haberler

Li qadê hêşîn xebatên paqijkirinê didomin

🌿✨Li qadê hêşîn xebatên paqijkirinê didomin

Ekîbên Midûrtiya Park û Baxçeyên Şaredariya me li seranserê navçeyê bê navber xebatên xwe didomînin.

💪🌱 Parkên me her dem bi baldarî têne paqijkirin. Ekîbên me ji bo Farqînek paqijtir û hêşîntir li qadê ne!

Em ji bîr nekin; parastina parkên me erkê me hemiya ye.

🚯 Ji kerema xwe em çopên xwe bavêjin qutîyên çopa, rêz li xwezayê û hevdu bigirin. Werin em bi hev re Farqînê xweşiktir bikin!

Kategoriler
Haberler

Temîrkirina çalên ku piştî berfê li kolanan çêbûne didomin

🛣️❄️Temîrkirina çalên ku piştî berfê li kolanan çêbûne didomin🦺👷🏽

Ekîbên Midûriyeta Karê Fenê ya şaredariya me xebatên temîrkirina çalên ku piştî barîna berfê li ser kolanan çêbûne didomîne. Di çarçoveya xebatan de, çalên ku li kolanên navçê çêbûne ji ber ku veguhastin ewletir û hêsantir bibe bi asfaltê hatin temîrkirin.

🚧📢Xebat dê li kolan û kuçeyên din yên ku lê çal çêbûne jî bidomin.

Kategoriler
DAXUYANÎ Duyurular

22 Mart Dünya Su Günü (Afiş, Fotoğraf veKısa Film Yarışması)

Kategoriler
Haberler

Hevşaredarên me tevlî xebatên paqijkirina berfê bûn

Hevşaredarên me tevlî xebatên paqijkirina berfê bûn

Di çarçoveya xebatên paqijkirina berfê de, Hevserokên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen derketin qadê û ligel ekîban beşdarî xebatên paqijkirina berfê bûn.

Hevşaredaran, ku li cihê kar lêkolîn kirin, piştgirî dan hewldanên ku bi hevrêziya ekîban re têne kirin. Şaredariya me tevî şert û mercên hewayê yên nebaş jî bênavber xebatên xwe didomîne.

Kategoriler
Haberler

Ekîbên me ji bo paqijkirina berfê li qadê ne

Ekîbên me ji bo paqijkirina berfê li qadê ne

Piştî berfa ku duh êvarê li navçeya me ji nû ve barî, ekîbên me yên paqijkirina berfê tevahiya şevê li qadê xebitîn.

Ekîbên me li seranserê navçeyê, bi taybetî li ser rêyên sereke, bi berdewamî xebatên paqijkirina berf û xwêkirinê kirin û ji bo pêşîlêgirtina li encamên neyînî yên muhtemel, bê westan xebitîn.

Ekîbên me yên ku ji saetên serê sibê ve daketin qadê û dixebitin, ji bo ewlehiya veguhestin û peyayan asteng nebe, li kolan, rê û peyarêyan bi baldarî berfê paqij dikin.

Ji bo ku welatiyên me bikaribin bi ewlehî jiyana xwe ya rojane bidomînin, ekîbên me dê heta ku berf kêm bibe li qadê bimînin.

Kategoriler
Haberler

Çalên ku piştî berfê li kolanan çêbûne hatin temîrkirin

🛣️❄️Çalên ku piştî berfê li kolanan çêbûne hatin temîrkirin🦺👷🏽

Ekîbên Midûriyeta Karê Fenê ya şaredariya me çalên ku piştî barîna berfê li ser kolanan çêbûne bi asfaltê temîrkir. Di çarçoveya xebatan de, çalên ku li kolanên navçê çêbûne ji ber ku veguhastin ewletir û hêsantir bibe bi asfaltê hatin temîrkirin.

🚧📢Xebat dê li kolan û kuçeyên din yên ku lê çal çêbûne jî bidomin.

Kategoriler
Haberler

Dîmenên Bedew ji Farqînê bi rengê berfê

Kategoriler
Haberler

Xebatên paqijkirina berfê li gundan dest pê kir

🚜 Xebatên paqijkirina berfê li gundan dest pê kir

Ji ber barîna berfê ya nû li deverên gundewarî yên navçeya me, hin rêyên gundan ji bo çûn û hatinê hatine girtin. Ji bo rêgirtina li ber astengiyan, ekîbên me yên paqijkirina berfê bi lez çûn qadê û dest bi xebata vekirina rêyên girtî kirin.

Kategoriler
Haberler

Kelecana qarne li Nudemê jî hat jiyîn!

📚🌱 Kelecana qarne li Nudemê jî hat jiyîn!

Zarokên ku li Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûdemê perwerdehiya zimanê Kurdî ditîdin, qarnên xwe wergirtin. Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî di vê roja watedar de qarnê zarokan radestî wan kir û tevlî kêfxweşiya zarokan bû.

Di civîna ku malbat jî beşdar bûn de, girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê careke din hate destnîşankirin. Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî spasiya karmendên Nudemê kir û diyar kir ku ew ê ji bo zarokan çalakiyên civakî, çandî û perwerdehî yên bêtir organîze bikin.

Ji bo ku zarok bi zimanê xwe yê dayikê ber bi pêşerojek azad û wekhev ve biçin, em ê bi hev re û bi yekîtî bixebitin.