Kategoriler
ÇALAKÎ

 Li Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinan a Nûdemê Atolyeya Giyayên Derman û Aromatîk.

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinan a Nûdemê Atolyeya Giyayên derman û Aromatîk hate lidarxistin. Jin di vê atolyeyê de derbarê taybetmendiyên giyayan û qadên bikaranîna wan a kevneşopî de agahî wergirtin.
Di çarçoveya çalakiyê de bi darçîn, zencefîl, mêxik û biharatên aromatîk ên bi vî rengî çaya zivistanê şîr û bi baharatan re hate amadekirin.
Bi jinên re parvekirineke xweş hate lidarxistin.

Kategoriler
ÇALAKÎ

Bi Bernameya“GEROK” Her Hefteyek li Gundek!

Her hefte em li gundekî ne!
Em vê heftê li Gundê Baxça ne
Em çand, cîwar û jiyana komunal a gundên xwe tomar dikin; dîroka me ya ku ber bi windabûnê ve diçe, bedewiyên me yên ku hê nehatine keşfkirin, berhevkariya Folklora Kurdî û nirxên me yên ji rabirdûyê heya roja me ya îro ronî dikin.
Ji bo ku em bîra (hafizeya) gundên xwe zindî bihêlin, kelepûra xwe ya çandî bidin nasîn û şopên jiyana xwe ya hevpar vejînin û arşivekî li Zimanê Kurdî zêdebikin. em bi bernameya ‘GEROK’ her hefte serdana gundekî dikin.
Her roja înê li ser rûpelên me yên Instagramê, Xê û YouTube’ê ye! Werin em dîroka xwe bi hev re keşf bikin, çanda xwe ya pîroz bi hev re zindî bihêlin.