Kategoriler
NÛÇE

Bostanên Gel ku Ji Aliyê Jinên Farqînê ve Hatin Çandin, Îro Dirûnê ya Pêşîn Pêk Hat!

Me li taxa Selaheddînê li ser qadeke 3 donimî bostanên gel ava kiribû û berhemên ku bi ked û zehmetiya jinan mezin bûne, cara ewil hatin dirûn.
Marul, kargol (karnabahar) û kelema binefşî (kelema mor) ên ku li vê bostana gel hatine çandiniyê û tê de jin bi hev re hilberînin û piştgiriya hev mezin kirin. Jina keda xwe îro berhevkirin.
Di bostanên me yên gel de armanc ev e ku jin bibin yek, piştevaniyê xurt bikin, beşdarî hilberînê bibin û bi berhemên ku bi dest dixin tevkariyê li aboriya malbatê bikin.
Di heyama pêş de, em ê li taxên xwe yên din jî bostanên gel ava bikin û hilberîn û piştevaniyê mezin bikin.
Bi hev re hildiberînin, bi hev re mezin dikin

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir