Ekîbên şaredariya me ji bo ku ewlehiya trafîkê û bi taybetî li ber dibistanan ewlehiya xwendekaran zêde bikin kasîsên ji bo qutkirina lezê hatin bi cîhkirin.
Rayedarên şaredariya me diyar kirin ku girîng e şofêran leza xwe di bin kontrolê de bihêlin û rêwiyên peyayan bi ewle bihêlin. Rayedaran diyar kirin ku ji welatiyan bertekên erênî wergirtine û diyar kirin ku dê li herêmên din ên ku pêwîstî pê hebe jî wê pêkanînên bi vî rengî bên kirin.
Ji ajokaran hat xwestin ku li gor rêgezên trafîkê tevbigerin û dema ku nêzikî kasîsan dibin baldar bin.