Civîna meha kanûnê ya Meclîsa Şaredariya me di bin serokatiya Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî de bi rûniştina yekemîn dest pê kir.
Civîna meha kanûnê ya Meclîsa Şaredariya me di bin serokatiya Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî de bi rûniştina yekemîn dest pê kir.
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de li eywana konferansê ya şaredariya me semînerek bi navê “Tundiya Li Ser Jinê û Cûreyên Tundiyê” û “Zayenda Civakî ” hat lidarxistin. Di semînerê de ji aliyê Civaknas Naşîde Buluttekîn ve li ser tundiya li ser jinê, cureyên tundiyê û zayenda civakî agahiyên girîng hatin parvekirin.
Lîstika Şanoyê ya “Çalakîya Mal Çêkirî” li eywana konferansê ya şaredariya me hat leyîstin. Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî û endamên meclîsa jin jî di nav de gelek jinan li şanoyê temaşe kir. Lîstika şanoyê bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan azadî” bi dawî bû û Sevîm Bîçîcî kulîlk da şanogerên jin.
Li seranserê navçeya me û li gundan xebatên hilweşandina avahiyên metrûk ên ku nayên bikaranîn û hatine terikandin ku talûke jê çêdibin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê da xaniyekî wêran ê ku li Taxa Selahattînê hebû, ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ya şaredariya me ve hat hilweşandin û kavilên wê hatin paqijkirin.
Ji bo birin û anîna welatiyên ku li gundan dijîn hêsantir bibe, ji aliyê Şaredariya me û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo destpêkirina seferên nû yên otobusan civîneke girîng hat lidarxistin. Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, endamên meclîsê û keyayên gundên ku rêyên otobusan tê de derbas dibin, beşdarî civîna li eywana konferansê ya şaredariya me hat lidarxistin bûn. Di civînê de li ser diyarkirina rêyan, tertîbkirina demên çûyînê û liberçavgirtina daxwazên şêniyên gundan nêrîn hatin guhdarkirin.
Di civînê de hat ragihandin ku wê seferên otobusan ji du milên navçeyên ve bên destpêkirin û danê sibê gundiyan bibin Farqînê û danê êvarê jî wan ji Farqînê vegerînin gundan. Hat diyarkirin ku rê û saetên çûn û hatinê dê li gorî pêşniyarên keyayan bên diyarkirin.
Keyayên ku beşdarî civînê bûn diyar kirin ku ev bername dê rehetiyeke mezin ji gundên wan re bîne. Hevşaredarên me Bîçîcî û Esen jî destnîşan kirin ku ew ê li gorî nêrînên keya û gundiyan şêniyên gund bi awayekî herî baş bernameyê pêk bînin.
Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, endamên jin ên meslisa şaredariya me û Hevseroka Navçeya Farqînê ya DEM Partiyê Feyziye Yaralı, di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyên li ser jinê rawestînin” serdana jinên ku fîrmayên tekstîlê de dixebitin kirin.
Li gorî polîtîka û feraseta me ya şaredartiya zelal; bi armanca ku gelê xwe tevlî pêvajoya biryargirtinê û venêrîna xebatên xwe bikin û pêşniyar û ramanên xwe bînin ziman, Civîna meha Mijdarê ya meclîsa şaredariya me bi tevlîbûna hemwelatiyan li Parqa Rindêxan pêk hat.
Di civîna ku li Parka Rindêxanê hat lidarxistin de hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen û endamên meclîsa me ji bo balê bikşînin ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê qurdeleyên xemrî bi berdilê xwe ve kirin. Civîna meha Mijdarê ya meclisa şaredariya me bi tevî dirûşmeyên Jin, Jiyan Azadî bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.
Xebatên me yên ji bo vekirinê rêyan û hêsankirina trafîqê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de qêrêdera me li Taxa Tekelê û herema Gazatopê amûrên ku li ser rê astengiyan derdixin dide alî û rêyan sererast dike.
Temîrkirina rêyên ku ji ber danîna boriyên gazê xera bûne li hemû navçê didomin.
Di çarçoveya xebatan de, li Kolana 115a ya Taxa Kaleyê, rêyên xera bûne ji aliyê ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariya me ve hatin temîrkirin