Kategoriler
Haberler

Civîna meha Mijdarê ya meclîsa şaredariya me bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû

Li gorî polîtîka û feraseta me ya şaredartiya zelal; bi armanca ku gelê xwe tevlî pêvajoya biryargirtinê û venêrîna xebatên xwe bikin û pêşniyar û ramanên xwe bînin ziman, Civîna meha Mijdarê ya meclîsa şaredariya me bi tevlîbûna hemwelatiyan li Parqa Rindêxan pêk hat.

Di civîna ku li Parka Rindêxanê hat lidarxistin de hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen û endamên meclîsa me ji bo balê bikşînin ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê qurdeleyên xemrî bi berdilê xwe ve kirin. Civîna meha Mijdarê ya meclisa şaredariya me bi tevî dirûşmeyên Jin, Jiyan Azadî bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.