Kategoriler
Haberler

Rakirina kavil û zibilê ajalan li gunda didome

Midûriyeta Karên Fenê ya me xebatên rakirina kavil û zibilê ajalan li gunda didomîne. Ji bo Farqînek paqij em bi hevra derdora xwe paqij bihêlin.

Kategoriler
Haberler

Hevşaredarên me serdana listikvanên Silvan Belediyesporê kirin

Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, tevî endamên meclisê, serdana listikvanên Silvan Belediyesporê ku di bin banê şaredariya me de hatiye avakirin û li stada navçeyê antremanên xwe didomînin, kirin.

Di serdanê de, Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî ji listikvanan re serkeftin xwest û got “Em bi dîtina we kêfxweş bûn. Serkeftina we serkeftina me ye.”

Piştre Hevşaredarê me Kadrî Esen jî ji listikvanên ku pirraniya wan xwendekar in re serkeftin xwest û got: “Di bin her şert û mercan de werzîş dikare bê kirin. Helbet, divê ev bandoreke neyînî li ser jiyana we ya xwendekariyê neke. Divê hûn hem jiyana xwe ya xwendekariyê bi serkeftî bidomînin û hem jî werzîşvaniya xwe bikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Esen, diyar kir ku ew wek şaredarî di hewldana wê yekê de ne ku ciwanan ber bi çalakiyên civakî û werzîşê ve bînin û ev tişt anî ziman: “Serkeftinên we dê ciwanên Farqînê ji dehfikên ku ji wan re tên danîn xelas bike û ber bi werzîşê ve bîne.”

 

Kategoriler
Haberler

Koma Lîstika ji bo zarokan li Sêdeqnê bû

Koma lîstikê ya gerok a Şaredariya me îro li gundê Sêdeqnê bi zarokan re bû. Ji bo zarokan xwarin û vexwarin hat belavkirin. Bernameya koma lîstikê dê li gundên din berdewam bike.



Kategoriler
Haberler

Xebatên Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariya me berdewam in

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariya me li navenda navçê û gundan xebatên xwe didomînin. Di çarçoveya van xebatan de, li Taxa Baxlarê ya navçeya me kavil û bermayiyên Mala Şînê ya Guleçê hatin rakirin û ji bo avakirina Mala Şînê ya li gundê Heşterê qûm hat anîn.

Kategoriler
Haberler

Li gundên Ferhendê, Kurbeytê û Gundêcano xebata vekirina rê hatkirin

Xebatên me yên ji bo vekirinê rêyên gundan û hêsankirina trafîqê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de qêrêdera me li gundên Ferhend, Kurbeytê û Gundêcano amûrên ku li ser rê astengiyan derdixin dide alî û rêyan sererast dike.

 

Kategoriler
Haberler

Rakirina kavil û çopên nav bajêr didome

Midûriyeta me ya Karên Paqijiyê xebatên rakirina kavil û çopên li tevahiya navçeyê didomîne. Ji bo Farqînek paqij em bi hevra derdora xwe paqij bihêlin.

 

Kategoriler
Haberler

Hilweşandina xaniyên terikandî didome

Li seranserê navçeya me û li gundan xebatên hilweşandina avahiyên metrûk ên ku nayên bikaranîn û hatine terikandin ku talûke jê çêdibin ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ya şaredariya me ve berdewam dikin. Piştî hilweşandinê kavilên tên paqijkirin.

 

Kategoriler
Haberler

Li gunda hilweşandina xaniyên terikandî didome

Li seranserê navçeya me û li gundan xebatên hilweşandina avahiyên metrûk ên ku nayên bikaranîn û hatine terikandin ku talûke jê çêdibin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê da xaniyekî wêran ê ku li gundê Hesendelya hebû, ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ya şaredariya me ve hat hilweşandin û kavilên wê hatin paqijkirin.

Kategoriler
Haberler

Hûn ne betilin, em ê çopên we ji ber derî û dikanên we bigirin

Esnaf û nistecihên taxên me yên hêja; Çopên xwe her roj saet di 19.00’an de bikin posetên çopê û deynên ber dikanên xwe.

Hûn ne betilin, em ê çopên we ji ber derî û dikanên we bigirin.

PAQIJIYA HERÎ XWES QIRÊJNEKIRIN E!!!

Kategoriler
Haberler

Xebatên paqijkirinê li hemû taxa didomin

Ekîbên Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me li seranserê navenda navçeyê xebatên xwe yên paqijiyê didomînin. Di çarçoveya xebatê de ekîban li Taxa Mescidê xebatên paqijkirinê kirin.

Midûriyeta me ya Karûbarên Paqijiyê bang li welatiyan kir ku di warê paqijiyê de hestiyar bin û bi hev re navçeya xwe paqij bikin.