Kategoriler
Haberler

Hilweşandina xaniyên terikandî didome

Li seranserê navçeya me û li gundan xebatên hilweşandina avahiyên metrûk ên ku nayên bikaranîn û hatine terikandin ku talûke jê çêdibin ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ya şaredariya me ve berdewam dikin. Piştî hilweşandinê kavilên tên paqijkirin.

 

Kategoriler
Haberler

Li gunda hilweşandina xaniyên terikandî didome

Li seranserê navçeya me û li gundan xebatên hilweşandina avahiyên metrûk ên ku nayên bikaranîn û hatine terikandin ku talûke jê çêdibin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê da xaniyekî wêran ê ku li gundê Hesendelya hebû, ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ya şaredariya me ve hat hilweşandin û kavilên wê hatin paqijkirin.

Kategoriler
Haberler

Hûn ne betilin, em ê çopên we ji ber derî û dikanên we bigirin

Esnaf û nistecihên taxên me yên hêja; Çopên xwe her roj saet di 19.00’an de bikin posetên çopê û deynên ber dikanên xwe.

Hûn ne betilin, em ê çopên we ji ber derî û dikanên we bigirin.

PAQIJIYA HERÎ XWES QIRÊJNEKIRIN E!!!

Kategoriler
Haberler

Xebatên paqijkirinê li hemû taxa didomin

Ekîbên Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me li seranserê navenda navçeyê xebatên xwe yên paqijiyê didomînin. Di çarçoveya xebatê de ekîban li Taxa Mescidê xebatên paqijkirinê kirin.

Midûriyeta me ya Karûbarên Paqijiyê bang li welatiyan kir ku di warê paqijiyê de hestiyar bin û bi hev re navçeya xwe paqij bikin.
Kategoriler
Haberler

Temîrkirina rêyên ku ji ber boriyên gazê xera bûne didome

Temîrkirina rêyên ku ji ber danîna boriyên gazê xera bûne li hemû navçê didomin.

Di çarçoveya xebatan de, li Kolana 107 a Taxa Kalê, rêyên xera bûne ji aliyê ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariya me ve hatin temîrkirin
 

Kategoriler
Haberler

Hevşaredara me Sevim Biçici serdana Kooperatîfa “Hünerli Eller Kadın” kir

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî bi endamên me yên jin ên meclisê û Cîgira Xizmetên Jin û Malbatê Ebrû Eker re, serdana Kooperatîfa Berhemhênanî û Xebata Destpêşxeriya Jinên Destên Hunerî kir ku li navçeya Yenişehir a Amedê ye û karkirina jinan tê de zêde ye.

Di serdanê de berhemên ku jinan çêkirine li cih hatin lêkolîn kirin û derbarê xebatên ku hatine kirin de danûstandina agahiyan hat kirin.

Kategoriler
Duyurular

Toplulaştırma İşlemleri (1.Askı)

Kategoriler
Haberler

Li Taxa Yenîşehîrê sererastkirina refûjê bi dawîbû

Ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ya me ve xebatên sererastkirina refûjê ya li ser Kolana Amedê ya Taxa Yenîşehîrê, di navbera du sîteyan de dest pê kiribû bi raxistina asfaltê bi dawî bû.

Kategoriler
Haberler

Komeleya Güneşin Çocuklarını Üşütmeyelim serdana Hevserokên me kir

Rêvebera Komeleya Güneşin Çocuklarını Üşütmeyelim Rübeyda Coşmuşlu serdana şaredariya me kir û bi hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen re hevdîtin pêk anî.

Kategoriler
Anket

Belediyemiz Vatandaş Memnuniyet Anketi