Ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariyê ve xebatên li gundan bênavber dewam dikin. Di çarçoveya xebatan de li gundên Kilêsiyê û Mîreliya rê û qadên derdorên malên sersaxiyê û mizgeftan hatin sererastkirin.
Ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariyê ve xebatên li gundan bênavber dewam dikin. Di çarçoveya xebatan de li gundên Kilêsiyê û Mîreliya rê û qadên derdorên malên sersaxiyê û mizgeftan hatin sererastkirin.
Ekîbên Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me li seranserê navenda navçeyê xebatên xwe yên paqijiyê didomînin. Di çarçoveya xebatê de ekîban li derdora nexweşxaneyê xebatên paqijkirinê kirin.
Midûriyeta me ya Karên Paqijiyê bang li hemwelatiyan kir ku di warê paqijiyê de hestiyar bin û bi hev re navçeya xwe paqij bikin.
Xebatên me yên ji bo vekirinê rêyên ax berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de qêrêdera me li Gaza Topê amûrên ku li ser rê astengiyan derdixin dide alî û rêyan sererast dike.
Li seranserê navçeya me, tamîrkirina rêyên ku ji ber danîna boriyên gazê xera bûne dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, li kuça 1001 a Taxa Konakê ya navçeya me hatibû xera kirin ji aliyê Midûriyeta me ya Karên Fenê ve hat temîrkirin.
Ji aliyê ekîbên Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariya me ve, çalên ku li hemû kolan û kuçeyên navçeya me derketine, bi asfaltê tên tijekirin. Di vê çarçoveyê de li Kolana Cenanlar a Taxa Baglarê û kolanên Ataturk û Firat ên Taxa Kalê yên navçeya me kolanên ku zirar dîtine bi asfaltkirinê hatin sererastkirin.
Hevşaredarê me Kadrî Esen û endamên meclisa şaredariya me serdanên xwe yên li gundan didomînin. Di çarçoveya van serdanan de Hevşaredarê me Kadrî Esen û endamên meclisa şarederiya me serdana gundên Cûmatê, Hindês, Şaho, Malê çele, Malê Gir, Şêlima, Zilekê kirin.
Xebatên me yên ji bo vekirinê rêyên gundan û hêsankirina trafîqê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de qêrêdera me li gundê Baxça amûrên ku li ser rê astengiyan derdixin dide alî û rêyan sererast dike.
Midûriyeta Goristanan a Şaredariya me li goristana xebata Şêx Xelîlê paqijiyê pêk anî. Çopên di nav goristanê de hatin berhevkirin û paqij kirin. Xebat dê li goristanên din jî berdewam bike.
Şaredariya me, bi armanca beşdarîkirina pêşveçûna civakî, fîzîkî û derûnî ya ciwanan, bi avakirina Silvan Belediyespor’ê projeyeke girîng pêk anî. Ev saziya nû armanc dike ku ciwanan bigihîne sporê û wan ber bi çalakiyên civakî ve bibe.
Hevserokên me gotin: “Em sporê wek amrazek dibînin ji bo derxistina potansiyela ciwanên xwe. Bi Silvan Belediyespor, em ê ne tenê derfeta sporê bidin ciwanên xwe, di heman demê de em ê wan di nav civakê de kom bikin û girêdanên wan ên civakî xurt bikin.” Her wiha hat destnîşankirin ku spor ne tenê ji bo tenduristiya fîzîkî, lê di heman demê de ji bo berxwedana derûnî û xebata tîmî jî xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Silvan Belediyespor dê ji bo ciwanan derfetan çêke ku awayê jiyaneke tendurist bipejirînin. Di heman demê de, bi çalakiyên civakî yên ku di nav klubê de werin lidarxistin, dê tevlihevbûn û têkiliya ciwanan a bi hev re were teşwîqkirin.
Şaredariya me bi vê projeyê armanc dike ku ciwan wekî beşek ji sporê jiyana xwe bêtir rêve bibin, xwe-dîsîplînê pêş bixin û şiyanên serokatiyê bi dest bixin. Her wiha, avakirina Silvan Belediyespor, di heman demê de ku têgihiştina şaredariya civakî xurt dike, misyona anîna civaka herêmî ya bi hev re jî digire ser xwe. Di vê çarçoveyê de, bi sûdwergirtina ji hêza yekbûyî ya sporê, armanc dike ku di civakê de ruhê piştgirî û hevkariyê zêde bike.