Kategoriler
Haberler

Civîna Meha Cotmehê ya Meclîsa Şaredariya me dest pê kir

Civîna meha cotmehê ya Meclîsa Şaredariya me di bin serokatiya hevserokên me de bi rûniştina yekemîn dest pê kir. Rojeva yekemîn a civînê budçeya sala 2025’an bû. Di civînê de ji bo hevdîtin li ser bên kirin di serî de Komisyona Plan û Budçeyê sewqî hemû komîsyonên îhdasê hat kirin.  

 

Kategoriler
Haberler

Protoqola CEMR’ê hat îmzê kirin

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, Peymana Ewropayê ya di Jiyana Herêman de Wekheviya Jin û Mêran ku ji aliyê Konseya Rêveberên Herêmî ya Ewropayê (CEMR) ve hatibû pêşkêş kirin, ji alîyê hevşaredara me hat îmze kirin. Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî di merasîma îmzêyê de axivî û diyar kir ku armanca wan wekheviya jin û mêr e û xwest ku ev peyman ji bo hemû jinan pîroz be.

Kategoriler
Duyurular

Şeyh Halil Mezarlıklı’ğının Cenaze Defin İşlemlerine Kapatılması

Kategoriler
Haberler

Li kantînên dibistanan kontrol hat kirin

Bi destpêkirina sala perwerdehiyê ya 2024-2025an, tîmên me yên girêdayî Midûriyeta Zabita ya Şaredariya me, ji bo teşwîqkirina xwarina tendurist li kantîn, kafe û bufeyên dibistanan kontrol xwe pêk anîn.

Kategoriler
Haberler

Li marketan, dîroka dawî ya bikaranîna hilberan hat kontrol kirin

Ji bo ku hemwelatiyên me bigihîjin hilberên xwarinê yên tendurustir, li seranserê navçeya me, li marketan de kontrol kirina dîroka dawî ya bikaranînê ya hilberên xwarinê, bi taybetî jî hilberên ku ji aliyê zarokên heta 6 salî de tên bikaranîn hat kontrol kirin.

Kategoriler
Haberler

Xebatên Midûriyeta Park û Baxçeyan ya şaredariya me li hemû navçê didomin

Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya me, li qadên weke park, baxçe, refûjên navîn û qadên lîstikên zarokan xebatên xwe didomîne.

Midûriyeta Park û Baxçeyan me, li seranserê navçeya me, li park û qadên hêşîn ji bo ku giya û dar hişk nebin, şev û roj xebatên xwe didomîne. Ji bo ku hemwelatî bikaribin di hawîrdoreke tenduristtir, hêşîn û jiyînbar de bêhnvedanê bikin, ekîp li hemû parkên li navenda navçeyê û li refûja navîn a li kolana Amedê xebatên avdanê, birrîna giyayên bejî, birrîna giya, paqijiya derdorê û tamîrkirina sîstemên avdanê didomînin.

Di heman demê de, ji bo ku zarok di hawîrdoreke ewletir de bilîzin, xebatên kontrol û tamîrkirina komên lîstika zarokan ên di qadên parkan de jî berdewam dikin.

Kategoriler
Haberler

Li kargehên girti kontrola tûtin û berhemên wê hate kirin

Tîmên Midûriyeta me ya Zabitayê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Hezroyê li kargehên girtî ên navçeya me kontrol kirin ku tûtin û berhemên wê tên bikaranîn an na. Xwediyên kafe, qehwexane û kargehên din hatin hişyarkirin û girtekên pêwîst hatin girtin.

Kategoriler
Haberler

Hevdîtinên me yên gundan bi serdana herêma Badıkan berdewam kir

Hevşaredara me Kadrî Esen û endamên meclisa şaredariya me serdanên xwe yên li gundan didomînin. Di çarçoveya van serdanan de Hevşaredara me Kadrî Esen û endamên meclisa şarederiya me serdana gundên li herama Badikan; Başqê, Emerka, Xidirşa, Aliya, Newala Aliya, Kemûk, Remdanka û ziyareta Hivde kirin.

Kategoriler
Haberler

Bi pêşengiya hevalserokê me, semînera perwerdeyê ya “Yekbûna Jinan û Mêrên di Jiyana Herêmî ya Ewropa de

Di pêşengtiya Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî de civîna “Di Jiyana Herêmî ya Ewropayê de Wekheviya Jinan û Mêran” ku ji aliyê Konseya Herêmî ya Şaredariyên Ewropayê (CEMR) ve tê lidarxistin pêk hat.  Ev civîn armanc dike ku di jiyana herêmî de wekheviya jin û mêran pêk were.

Personelên jin û endamên meclisa me ya jinan tevlî civînê bûn. Midûra me ya Jin û Malbatê Ebrû Ekerê di civînê de pêşkeşî kir.

Kategoriler
Mahalleler

yenimuhtarliste