Tîmên Midûriyeta me ya Zabitayê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Hezroyê li kargehên girtî ên navçeya me kontrol kirin ku tûtin û berhemên wê tên bikaranîn an na. Xwediyên kafe, qehwexane û kargehên din hatin hişyarkirin û girtekên pêwîst hatin girtin.
Tîmên Midûriyeta me ya Zabitayê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Hezroyê li kargehên girtî ên navçeya me kontrol kirin ku tûtin û berhemên wê tên bikaranîn an na. Xwediyên kafe, qehwexane û kargehên din hatin hişyarkirin û girtekên pêwîst hatin girtin.
Hevşaredara me Kadrî Esen û endamên meclisa şaredariya me serdanên xwe yên li gundan didomînin. Di çarçoveya van serdanan de Hevşaredara me Kadrî Esen û endamên meclisa şarederiya me serdana gundên li herama Badikan; Başqê, Emerka, Xidirşa, Aliya, Newala Aliya, Kemûk, Remdanka û ziyareta Hivde kirin.
Di pêşengtiya Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî de civîna “Di Jiyana Herêmî ya Ewropayê de Wekheviya Jinan û Mêran” ku ji aliyê Konseya Herêmî ya Şaredariyên Ewropayê (CEMR) ve tê lidarxistin pêk hat. Ev civîn armanc dike ku di jiyana herêmî de wekheviya jin û mêran pêk were.
Personelên jin û endamên meclisa me ya jinan tevlî civînê bûn. Midûra me ya Jin û Malbatê Ebrû Ekerê di civînê de pêşkeşî kir.

Temîrkirina rêyên ku ji ber danîna boriyên gazê xera bûne li hemû navçê didomin.
Meclîsa şaredariya me di civîna xwe ya meha tîrmehê de biryar da ku navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn weke “Rindêxan” bê guhertin. Lê biryara ku ji aliyê Meclîsa Şaredariya me ve hat girtin ji aliyê amîrtiya mulkî ya îdarî (Qaymeqamtî) ve hat redkirin.
Qaymeqamtiyê, angaşt kir ku navê “Rindêxan” ne bi tirkî ye û di ferhanga Saziya Ziman a Tirkî de tuneye û li gorî rêzimana “biyanî” hatiye sazkirin û ji bo redkirin ev hincet pêşkêşkirin: “…Peyv û îfadeyên ku li gorî rêzimanên biyanî hatine sazkirin û navên kirêt, bêedeb û pêkenok nikarin bên danîn… Gora Siltanê Selçûkiyên Anatoliyayê Kiliçaslanê Yekemîn hatiye dîtin û navê “Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn” li parqa ku di sala 2023’yan de li navenda Farqînê lêkirina wê temam bû hatiye danîn. Kiliçaslanê ku weke kesê xaçparêzan têk biriye tê bibîranîn li navçeya me binax kiriye. Piştî ku ev ji raya giştî re hat ragihandin feydeyeke zêde li danasîn û turîzma navçeya me hat kirin. Ji ber vê sedemê bi danîna nav hatiye armanckirin ku bîranîna vî siltanê mezin li navçeya me bê jiyandin… Biryara meclisa şaredariyê ya ji bo guhertina navê “Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn” a bi navê nû “Rindêxan” ji ber ku ne bi tirkî ye û di ferhanga Saziya Ziman a Tirkî de tuneye û li gorî rêzimana “biyanî” hatiye sazkirin, di guhertinê de tu feydeyeke cemaweriyê tuneye, her wiha ji ber ku ne li gorî hikmên mewzûatê yên li jor hatine aşkerakirine ji aliyê qaymeqamiya me ve nehat qebûlkirin û di zêdekê de paşve hat vegerandin.”
Em vê biryara ku ji aliyê qaymeqamiyê ve li dijî zimanê kurdî û navên kurdî hatiy girtin qebûl nakin û hewaleyî wijdanê raya giştî û gelê xwe dikin!
Sevim Biçici | Kadri Esen
Hevserokên Şaredariya Farqînê
Kanî û hewzên xemilandî yên li navenda navçeyê ji aliyê ekîbên Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me ve hatin dezenfektekirin û şûştin.
Hevşaredarên me Sevim Biçici û Kadri Esen û endamên meclisa şaredariya me serdanên xwe yên li gundan didomînin. Di çarçoveya van serdanên ku ji du aliyan ve tên kirin de pirsgirêkên li gundan bi awayekî berfireh tên tespîtkirin. Hevşaredarên mê serdana gundên Sûsa, Weysîkanê jorîn, Fêra, Girkinyat, Korît, Qewşan, Weysîkanê jêrîn û Hacîca kirin.
Personelên girêdayî Midûriyeta Karên Paqijiyê di çarçoveya xebatên paqijiyê da konteynirên çopê ê gelek kolanan şûştin û dezenfekte kirin.
Ji bo ku Farqîna me xweşiktir bibe xebatên me dewam dikin.