Di çarçoveya Xebatên raxistina kevirên parkeyan a ku ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ya me ve li Taxa Baxçelîevler ya navçeya me dest pê kiribû, li kuçeya 12’an berdewam dike.
Di çarçoveya Xebatên raxistina kevirên parkeyan a ku ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ya me ve li Taxa Baxçelîevler ya navçeya me dest pê kiribû, li kuçeya 12’an berdewam dike.
Ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ya me ve xebatên raxistinê kevirên parkeyan yên li kuçeya 641’ê ya Taxê Baxçelîevler ya navçeya me dest pê kiribû qediya. Piştî xebatê kuçe ji herî û tozê hate paqijkirin.
Ji bo zêdekirina hişmendiya paqijiyê û teşwîqkirina hemwelatiyan ji bo hestiyarbûna li hember jîngehê, ji aliyê şaredariya me ve li parkên navçeyê tabelayên du zimanî hatin daliqandin.
Li parkên Rindêxan, Gulan û Kaniya Navîn, li ser tabelayên ku hatine daliqandin, hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî peyama “Paqijîya herî baş, neqirêjkirin e”cih digire. Ev sepan, ji bo balê bikişîne ser paqijiya parkan û gel hîn bêhtir hestiyar bike li hember paqijiya jîngehê hatiye sêwirandin.
Hevşaredarên me diyar kirin ku ev tabela dê hişmendiya paqijiyê di nav serdanvanên parkan de zêde bike û hesta berpirsiyariyê ya li hember jîngehê xurt bike û gotin: “Paqijî, hem berpirsiyariyeke takekesî û hem jî civakî ye. Ev tabela, bi armanca beşdarbûna paqijiya parkên me û pêkanîna hişmendiya zêdetir a hemwelatiyên me di vî warî de hatine bicihkirin.”
Em ji bo jîngeheke paqij hêviya piştgiriya gelê xwe dikin û ji bo parastina bedewiya parkan hemû welatiyan vedixwînin hestiyariyê.
Midûriyeta Karên Fenê ya me xebatên rakirina kavila li tevahiya navçeyê didomîne. Ji bo Farqînek paqij em bi hevra derdora xwe paqij bihêlin.

Li Taxa Mescîdê a navçeya me de, tamîrkirina rêyên ku ji ber danîna boriyên gazê xera bûne tên temîrkirin.
Di çarçoveya xebatan de, li Kolana 323’êmin, rêyên xera bûne ji aliyê ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariya me ve hatin tamîrkirin