Kategoriler
Haberler

Li Taxa Mescîdê rêyên ku ji ber boriyên gazê xera bûne, tên temîrkirin

Li Taxa Mescîdê a navçeya me de, tamîrkirina rêyên ku ji ber danîna boriyên gazê xera bûne tên temîrkirin.
Di çarçoveya xebatan de, li Kolana Sûakarê, rêyên xera bûne ji aliyê ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariya me ve hatin tamîrkirin

Kategoriler
Haberler

Li kargehên girti kontrola tûtin û berhemên wê hate kirin

Tîmên Midûriyeta me ya Zabitayê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Hezroyê li kargehên girtî ên navçeya me kontrol kirin ku tûtin û berhemên wê tên bikaranîn an na. Xwediyên kafe, qehwexane û kargehên din hatin hişyarkirin û girtekên pêwîst hatin girtin.

Kategoriler
Haberler

Deriyekî nû ji Parka Rindêxanê re hat vekirin

Midûriyeta Karê Teknîkî ya me, ji bo ku hemwelatî hêsantir bigihîjin Parqa Rindêxanê, deriyekî nû vekir. Di çarçoveya xebatan de, ji bo deriyê ku li ser Kolana Firatê tê vekirin pêpelok hatin çêkirin. Ji bo ewlehiyê destik jî hate çêkirin û xebat hat bi dawîkirin.

Kategoriler
Haberler

Midûriyeta Karên Fenê ya me rakirina xirbeyên nav bajêr didomine

Midûriyeta Karên Fenê ya me xebatên rakirina xirbeyan li tevahiya navçeyê didomîne. Ji bo Farqînek paqij em bi hevra derdora xwe paqij bihêlin.

Kategoriler
Video Galeri

Video Galeri

Kategoriler
Eşbaşkanlarımız

Eşbaşkanımız Kadri Esen

 

Di sala 1989’an de li gundê Fêra yê Farqînê ji dayik bûye. Weke piraniya zarokên kurd di zarokatiya xwe de dest bi karkeriya demsalî kiriye û di nav van şert û mercên zehmet de dibistana seretayî li gundê xwe Fêra û dibistana navîn û lîseyê jî li Farqînê xwendiye. Di sala 2009’an de ji lîseyê mezûn bûye. Di navbera salên 2009-2013’an de li Zanîngeha Firatê ya li bajarê Xarpêtê beşa Têkiliyên Gel û Danisînê ya Fakulteya Ragihandinê (İletişim) xwendiye.

Piştî ku ji zanîngehê mezûn bûye di 1’ê çileya 2014’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê kiriye û dûre li rojname û ajansên mîna Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Rojeva Medya, Welat, E-Rojname, Ajansa Mezopotamya (MA) xebitîye. Heta dawiya sala 2023’yan jî li rojnameya Xwebûnê karê xwe yê rojnamegeriyê domandiye û weke edîtor û gerînendeyê giştî yê weşanê xebitiye.

Ji bilî rojnamegeriya  rojname û ajansan her wiha 5 salan pêşkêşvaniya televîzyonên kurdî jî kiriye. Di vê çarçoveyê de ji bo Ronahî TV’yê 3 salan bernameya bi navê “JI BAKUR” û ji bo STÊRK TV’yê jî 2 salan bernameya bi navê “NÊRÎN” pêşkêş kiriye. Her wiha Endamê Damezrîner ê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ye.

Li aliyê din di salên xwe yên lîseyê de dest bi nivîsandina nivîsan kiriye lê ev nivîsên wî nehatine weşandin. Beriya ku li Çapemeniya Azad dest bi rojnamegeriyê bike li zanîngehê di salên 2012-2013’an de ji Rojnameya Silvan Mucadele û Radikal Blogê re nivîsan nivîsandiye. Ji sala 2019’an heta 2023’yan gelek nivîs û gotarên wî li Rojnameya Xwebûnê hatine weşandin.

Di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de ji DEM Partiyê weke Hevşaredarê Farqînê hat hilbijartin.

 

 

1989 yılında Silvan’ın Fêra (Beypınar) köyünde doğdu. Çoğu Kürt çocuğu gibi o da çocukluğunda mevsimlik işçi olarak çalışmaya başladı ve bu zor koşullar altında ilkokulu köyü Fêra'da, ortaokul ve liseyi Silvan'de okudu. 2009 yılında liseden mezun oldu. 2009-2013 yılları arasında Elazığ’da bulunan Fırat Üniversitesi İletişim Fakültesi (İletişim) Halkla İlişkiler ve Tanıtım Bölümünü okudu.

Üniversiteden mezun olduktan sonra 1 Ocak 2014 tarihinde Dicle Haber Ajansı'nda (DİHA) gazeteci olarak çalışmaya başladı ve daha sonra Özgür Gündem, Azadiya Welat, Rojeva Medya, Welat, E-Rojname, Mezopotamya Ajansı gibi gazete ve ajanslarda çalıştı. 2023 yılının sonuna kadar da Xwebûn Gazetesi’nde gazete yayının editörü ve Genel Müdürü olarak çalıştı.

Gazete ve ajanslar gazeteciliği yanı sıra 5 yıl da Kürtçe televizyonlarda program sunuculuğu yaptı. Bu bağlamda Ronahi TV'de 3 yıl boyunca "JI BAKUR" ve STÉRK TV'de ise 2 yıl boyunca "NÊRÎN" adlı programı sundu. Aynı zamanda Dicle Fırat Gazeteciler Derneği (DFG) Merkezi Yönetim Kurulu Kurucu Üyesidir.

Öte yandan lise yıllarında yazılar yazmaya başladı ancak bu yazıları yayımlanmadı. Özgür Basında gazeteciliğe başlamadan önce 2012-2013 yıllarında Silvan Mucadele Gazetesi ve Radikal Blog'da yazılar yazdı. 2019 yılından 2023 yılına kadar çok sayıda yazı ve makalesi Xwebûn Gazetesi'nde yayımlandı.

31 Mart 2024 yılı’ndaki seçimlerde DEM Parti’den Silvan Belediye Eşbaşkanı olarak seçildi.

Kategoriler
Eşbaşkanlarımız

Eşbaşkanımız Sevim Biçici

Di 19.02.1979 de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarên cuda qedandiye. Xwendina xwe ya lîseyê li Lîseya Perwerdehiya Vekirî qedand. Li Zanîngeha Anadoluyê Beşa Lênêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Astengdaran dixwîne.

Di sala 2013’an de Serokê Herêmê yê Partiya Herêmên Demokratîk bû, di sala 2017’an de jî di Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk de cih girt. Ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 2024’an erka xwe radestî Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk kir.

Di Hilbijartina Giştî ya Rêveberiya Herêmî ya 31'ê Adara 2024'an de bi beşdarbûna di hilbijartinan de ji Partiya Demokratîk û Wekheviya Gelan weke Hevseroka Şaredariya Farqînê hate hilbijartin.

 

19.02.1979 yılında Diyarbakır ili Silvan ilçesinde doğdu. İlk ve Orta Öğretimlerini farklı şehirlerde tamamladı. Lise öğrenimini Açık Öğretim Lisesinde tamamladı. Anadolu Üniversitesi Ön Lisans Engelli Bakımı ve Rehabilitasyonu Bölümünü okumaktadır.

2013 yılında Demokratik Bölgeler Partisi İlçe Başkanlığı, 2017 yılında Demokratik Bölgeler Partisi Merkez Yürütme Kurulunda yer aldı. 2024 Yerel Seçimleri için Demokratik Bölgeler Partisi Merkez Yürütme Kurulu görevini devretti.

31 Mart 2024 Mahalli İdareler Genel Seçimlerinde Halkların Demokratik ve Eşitlik Partisi'nden Silvan Belediye Başkan adayı olarak seçimlere katılarak Belediye Eşbaşkanı seçildi.

Kategoriler
Haberler

Ji bo jinên navçeya me xebatên projekirina avahiyeke kompleks dest pê kir

Li Taxa Bahçelîevler a navçeya me, li ser erdê ku di milkiyeta şaredariya me de ye xebatên projekirina avahiyeke kompleks a ji bo jinan dest pê kir. Di vê projeyê de ku dê ji aliyê şaredariya me ve were bicîhkirin, dê ji bo jinên navçeya me qadên cuda yên civakî û sîporê bên çêkirin.

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, bi Rêveberê Etûd û Projeyê ya me Mehmet Eken, Cîgirê Rêveberê Xizmetên Jin û Malbatê ya şaredariya me Ebrû Eken û ekîbên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re qada ku dê di projeyê de bê bikaranîn a li taxa Bahçelîevlerê li cîh lêkolin kirin.

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî diyar kir ku avahiya kompleks di merhela projekirinê de ye û armanca projeyê ew e ku jinên navçeya me hêsantir bigihîjin çalakiyên civakî û sporê û kalîteya jiyanê ya li herêmê bilind bike. Bi temamkirina projeyê re jin dê bigihîjin qadên civakî yên modern û bikêrhatî.

Şaredariya me, bi berçavgirtina hewcedarî û daxwazên gelê herêmê, armanc dike ku di demeke herî kurt de vê projeyê bicîh bike.

Kategoriler
Haberler

Ji bo hemwelatiyên astengdar kevirên parqe hat raxistin

Midûriyeta Karê Fenê ya me, li taxa Tekelê li kuçeya 425an xebatekî girîng ji bo hemwelatiyekî astengdar temam kir. Di çarçoveya xebata ku ji bo tevlîbûna hemwelatiyê astengdar a di jiyana civakî da hatiye destpêkirin de li kuçeya ku hemwelatî lê dijî kevirên parqe hatin raxistin.

Ev xebat armanc dike ku zehmetiyên ku hemwelatiyê astengdar di jiyana rojane de rastî tê kêm bike û derfeta gihîştina ewle peyda bike. Raxistina kevirên parqe dibe sedema ku kuçe bibe rasttir û gihîştinê hêsantir bike, di heman demê de derfeta derketina derve ya hemwelatiyê astengdar zêde dike û beşdariya wî ya di çalakiyên civakî de teşwîq dike.

Şaredariya me, xebatên li gorî têgihiştina şaredariya civakî sererastkirinan berdewam dike ku kalîteya jiyana kesên astengdar bilind bike û wekheviya civakî piştgirî bike.

Kategoriler
Haberler

Xebatên me yên paqijkirina rêyên gundan didomin

Xebatên me yên ji bo vekirinê rêyên gundan û hêsankirina trafîqê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de qêrêdera me li gundê Çirikê amûrên ku li ser rê astengiyan derdixin dide alî û rêyan sererast dike.