Kategoriler
Haberler

Li navçeya me rawestgehên otobusan tên nûkirin

Şaredariya me û Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo nûkirina rawestgehên otobusan ên kevn û nayên bikaranîn li navçeyê xebateke hevpar dan destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de rawestgehên heyî hatin kontrol kirin û yên ku nayên bikaranîn hatin tesbîtkirin.

Wekî din, ji bo ku karûbarên veguhestina gelemperî bi bandortir bê meşandin, deverên nû yên ku hewcedariya wan bi rawestgehan heye hatin destnîşankirin. Li gorî plana xebata, hem nûkirina rawestgehên şikestî û hem jî danîna rawestgehên nûjen li xalên pêwîst dê demeke kin de bi dawî bibe.

Welatiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi vê xebatê dê çûnûhatin hêsantir bibe û xizmetek rehettir bê dayîn.

Tê plankirin ku xebat di demeke kin de biqede û rawestgeh jî bên bikaranîn.