Kategoriler
Haberler

Di navbera Şaredariya me û Nûnertiya DTSO ya Farqînê de Protokola Hevkariyê hat îmzekirin

Di navbera Şaredariya me û Nûnertiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) ya Farqînê de protokoleke girîng a hevkariyê hat îmzekirin.

Merasîma îmzeyê li meqama Serokatiyê  hat lidarxistin. Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî, Kadrî Esen û Nûnerê DTSO yê Farqînê Halîl Îbrahîm Yilmaz beşdarî merasîmê bûn.

Di çarçoveya protokola ku hat îmzekirin de, milk dê ji aliyê DTSO yê “Di çarçoveya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê û Şaredariya Farqînê de atolyeyên karsazî û hunerî bên avakirin; Armanc ew e ku projeyên xizmet yên hevpar ji bo cîbicîkirin û pêşxistina her cure xizmet civakî û çandî ji bo kal, pîr, astengdar, jin, ciwan û zarokan çêbike û hevkariyê bike û ji bo vê armancê avakirina dezgehên civakî, vekirina û qursên pîşeyî û pisporiyê bimeşînin” ji bo aboriya herêmê were bikaranîn.

Kategoriler
Haberler

Civîna meha çileyê ya meclîsa şaredariya me bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.

Civîna meha çileyê ya meclîsa şaredariya me bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.

Sevim Biçici | Kadri Esen

Kategoriler
Haberler

Xebatên Midûriyeta Park û Baxçeyan ya şaredariya me li hemû navçê didomin

Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya me, li qadên weke park, baxçe, refûjên navîn û qadên lîstikên zarokan xebatên xwe didomîne.



Midûriyeta Park û Baxçeyan me, li seranserê navçeya me, li park û qadên hêşîn ji bo ku giya û dar hişk nebin, şev û roj xebatên xwe didomîne. Ji bo ku hemwelatî bikaribin di hawîrdoreke tenduristtir, hêşîn û jiyînbar de bêhnvedanê bikin, ekîp li hemû parkên li navenda navçeyê û li refûja navîn a li kolana Amedê xebatên avdanê, birrîna giyayên bejî, birrîna giya, paqijiya derdorê û tamîrkirina sîstemên avdanê didomînin.

Di heman demê de, ji bo ku zarok di hawîrdoreke ewletir de bilîzin, xebatên kontrol û tamîrkirina komên lîstika zarokan ên di qadên parkan de jî berdewam dikin.

Kategoriler
Haberler

Em bi hev re Serê Salê Pîroz dikin

Şaredariya me dê di 13’ê Çile de pîrozbahiya serê salê li dar bixe. Pîrozbahî wê saet di 14:00 de dest pê bike û hevşaredarê me û endamên meclîsê bi Koma Erbanê û Kalik û Pîrika Serê Salê re serdana esnafan bikin. Saet di 18:00 de jî li Salona Dawetê ya Dîlanê çalakiya koma Erbane û mûzîkê tê lidarxistin.

 

Kategoriler
Haberler

Civîna meha çile ya Meclîsa Şaredariya me dest pê kir

Civîna meha çile ya Meclîsa Şaredariya me di bin serokatiya Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî de bi rûniştina yekemîn dest pê kir.

Kategoriler
Haberler

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî xebatên çêkirina rê kontrol kir

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî û endamên meclîsê yên pê re xebatên çêkirina rê yên li herêma Gomê Sêdeqnê didomin, lêkolîn kirin. Sevim Bîçîcî di serdanê de bi şêniyên herêmê re hevdîtin kir û der barê rewşa dawî ya xebatan de agahiyên berfireh girtin.

Şêniyên gund ên ku di serdanê de axivîn, kêfxweşiya xwe anîn ziman ku piştî navbereke 8 salan cara yekem xizmetên şaredariyê gihiştin herêmên wan.

Sevîm Bîçîcî di dema kontrolên xwe de der barê berfire û pêşketina xebatê de agahiyên berfireh da şêniyên gund. Hevşaredarê me di axaftina xwe de destnîşan kir ku xebatên xizmetguzariyê li tevahiya navçeyê wê bi heman biryardariyê bidomin.

Kategoriler
Haberler

SERSALA WE PÎROZ BE!

 

SERRNEWEYÊ ŞIMA PÎROZ BO!

YENİ YILINIZ KUTLU OLSUN!

Di sala 2025’an de em ji bo cîhanek ku tê de hezkirin û rêzgirtin serdest be û mirov di nav aştî û mafên wekhev de bijîn dixwazin. Sala nû, bila bibe ku mafê jiyanê yê her kesî pîroz be, mirin û şer bi dawî bibe û hemû dil bi aramî lê bixin. Werin em bi hev re cîhanek xweşiktir ava bikin û bi hezkirina ku em ji hev re hîs dikin û cûdahiyên xwe wekî dewlemendî qebûl dikin. Em bi hev re ber bi pêşerojeke geştir, adiltir û bextewartir ve bimeşin.

Hevşaredarên me û endamên meclisa şaredariyê

 

Kategoriler
Haberler

Li navçeya me rawestgehên otobusan tên nûkirin

Şaredariya me û Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo nûkirina rawestgehên otobusan ên kevn û nayên bikaranîn li navçeyê xebateke hevpar dan destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de rawestgehên heyî hatin kontrol kirin û yên ku nayên bikaranîn hatin tesbîtkirin.

Wekî din, ji bo ku karûbarên veguhestina gelemperî bi bandortir bê meşandin, deverên nû yên ku hewcedariya wan bi rawestgehan heye hatin destnîşankirin. Li gorî plana xebata, hem nûkirina rawestgehên şikestî û hem jî danîna rawestgehên nûjen li xalên pêwîst dê demeke kin de bi dawî bibe.

Welatiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi vê xebatê dê çûnûhatin hêsantir bibe û xizmetek rehettir bê dayîn.

Tê plankirin ku xebat di demeke kin de biqede û rawestgeh jî bên bikaranîn.

Kategoriler
Haberler

Pêngava Şaredartiya Civakî ji Şaredariya me: Firina nan a gel dikeve xizmetê

Şaredariya me di çarçoveya nêzîkatiya şaredartiya civakî de projeyek girîng dimeşîne. Ji bo “Firina Nan a Gel” ku armanca wê; li navçeyê nan bi bihayekî erzantir peyda bike amadekariyên dawîn tê kirin.

Di çarçoveya projeyê de bicihkirina makîneyên li qada ku wek firinê tê bikaranîn bi lez û bez dewam dike. Nanên ku ji aliyê xebatkarên şaredariya me ve dê bên pijandin, dê rasterast li bufeyên ku li hin nuqteyên li navenda navçeyê hatin danîn de bên firotin.

Bi saya Bufeyên Nanê Giştî dê şêniyên navçeyê hêsantir bigihîjin nanê bi kalîte û bi erzanî. Hevşaredarên me diyar kirin ku ev pêngav bi taybetî ji bo welatiyên kêmderfet wê bibe destekek girîng.Firotana nan di demek nêz de dê bufeyên ku li navçê hatin bicihkirin de dest pê bike.

Ev înîsiyatîfa şaredariya me weke pêngaveke ku bi polîtîkayên erzan ên xwarinê re asta jiyana xelkê navçeyê bilind dike tê nirxandin.

Kategoriler
Duyurular

Tür koruma çalışmaları Hk.