Civîna meha sibatê ya Meclîsa Şaredariya me di bin serokatiya Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen de bi rûniştina yekemîn dest pê kir.
Civîna meha sibatê ya Meclîsa Şaredariya me di bin serokatiya Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen de bi rûniştina yekemîn dest pê kir.
Ekîbên Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me li seranserê navenda navçeyê xebatên xwe yên paqijiyê didomînin.
Midûriyeta me ya Karûbarên Paqijiyê bang li welatiyan kir ku di warê paqijiyê de hestiyar bin û bi hev re navçeya xwe paqij bikin.
Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, bi armanca piştevaniyê serdana Hevşaredarê Navçeya Peyasê ya Amedê Cengîz Dundar kirin. Serdan li Avahiya Xizmetê ya Şaredariya Peyasê pêk hat.
Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen ku bi feraseta şaredartiya gelparêz tevdigerin, bi endamên meclisa şaredariya me welatiyan hatin gelhev.
Pirsgirêkên taxê guhdarî kirin û ew qeyd kirin. Herwiha ji bo piştgiriya a ji bo hilbijartinên herêmî malavayî li wan kirin.
Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen serdana gundê Şêlima ku xebatên sererastkirina rêyên nav gundan lê didomin kirin û xebatên tên kirin di cih de şopandin. Hevşaredarên me, derbarê xebatan de ji personelên şaredariyê agahî wergirtin û ji xebatên wan re serkeftinê xwest.
Temîrkirina rêyên ku xera bûne li hemû navçê didomin. Di çarçoveya xebatan de, li taxa Tokî û Bahçelîevler rêyên xera bûne ji aliyê ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariya me ve hatin temîrkirin.
Îro rêveberên Komeleya Perwerde, Çand û Alîkariyê ya Silvan-Farqînê serdana nezaketê li şaredariya me kirin. Hevşaredarê me Sevîm Bîçîcî, rêveberên komeleyê li meqema xwe pêşwazî kir. Sevîm Bîçîcî derbarê xebat û projeyên ku şaredariya me dimeşîne de agahiyên berfireh parve kir.
Di dema serdanê de Hevşaredarê me derbarê xebatên bingehîn ên ji bo pêşketina bajarê me, projeyên civakî û xebatên çandî de agahî da. Rêveberên komeleyê jî anîn ziman ku ew xebatên şaredariya me ji nêz ve dişopînin û ji xizmetên ku tên kirin keyfxweşiya xwe anîn ziman.