Kategoriler
Haberler

Hevseroka me Bîçîcî beşdarî vekirina Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Warê bû

Hevseroka me Sevîm Bîçîcî, Parlamentera DEM’ê Adalet Kaya, Siyasetmedar Çaglar Demîrel, Hevseroka DEM’ê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredara Hênê Besîle Narîn û hevserokên şaredariya navçeyan re beşdarî vekirina Navenda Hevgirtin û Jiyanê ya Jinan a Warê ya şaredariya Hênê bûn.

Kategoriler
Haberler

Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûdemê hat vekirin

Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûdem bi tevlîbûna Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray, Hevseroka DEM’ê ya navçeya Farqînê Fevziye Yaral, Parlamentera DEM’ê Adalet Kaya û hevşaredarên navçeyan re hat vekirin. 

Bîçîcî di vekirinê de axivî û got, “Em îro pir bi kelecan in. Me di dema hilbijartinê de jî got em ê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ xebatên xwe bimeşînin. Em dibêjin Nûdem ji jinên Farqînê re pîroz be.”

Li dû axaftinan beşdaran merasîma vekirinê li dar xistin û li navenda jiyanê geriyan.

Kategoriler
Duyurular

ÇED Olumlu Kararının Askıda İlan Edilmesi Hk

Kategoriler
Duyurular

Toplulaştırma İşlemleri (Susuz Mahallesi -2.Askı İlanı)

Kategoriler
Duyurular

Toplulaştırma İşlemleri (Çığıl Mahallesi 1.Askı Çalışmaları Hk)

Kategoriler
Duyurular

Arazi Toplulaştırma ve Tarla İçi Geliştirme Hizmetleri Hk.

Kategoriler
Haberler

Ji ber barîna berfê rêyên 13 gund û 6 mezrayan hatin girtin

Ji ber barîna zêde ya berfê li deverên çiyayî yên navçeya me rêyên 13 gund û 6 mezreyan ji çûn û hatinê re hatin girtin. Ekîbên Şaredariya me û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo vekirina rêyên gund û mezrayên wan seferber bûn. Ekîb xebatên xwe yên vekirina rê û paqijkirina berfê bi 2 qrêder û 2 kepçeyan didomînin.

Kategoriler
Haberler

Ekîban ji ber barîna berfê li navçeya me heta sibê nobet girtin

Ji bo barîna berfa zêde ya ku duh derengiya şevê dest pê kir û bandoreke neyînî li navçeya me neke hemû tîm seferber bûn. Ekîbên şaredariya me û personelên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku rê bên vekirin bi xebateke giran a ku heta sibê dewam kir nobet girtin. Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen bi ekîban re şeva xwe li garajê derbas kirin.

Kategoriler
Haberler

Li navçeya me teftîşa berhemên xwarinê hat kirin

Esnafên ku li seranserê navenda navçeyê berhemên xwarinê difroşin, hatin kontrolkirin.

Di kontrolên ku bi xebatên koordîneya ekîbên zabitayê ya şaredariya me û ekîbên Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeyê ve li navenda navçeyê esnafên ku berhemên xwarinê difroşin kontrol hatin kirin. Di dema kontrolê de, dîroka dawî û etîketên hilberan bi baldarî hatin kontrol kirin.

Ekîban di teftîşê da hişyarî da xwediyên kargehan û diyar kirin ku dê kontrolên wiha dewam bikin. Ekîban tekez kirin ku ji bo parastina tenduristiya gel dê di navberên rêkûpêk de kontrolên ewlehiya xwarinê bêne kirin.

Kategoriler
Haberler

Hevşaredarê me Esen xebatan di cih de şopand

Hevşaredarê me Kadrî Esen, bi tevlîbûna Midurê Gerînendatiya me ya Parq û Baxçeyan Ferhat Cemîloglu û Midûrê Gerînendatiya me ya Karên Fenê Şehmûs Yildiz, serdana stargeha sewalan û firina nan a gel ku xebat lê wan tên meşandin kir û xebatên şaredariya me di cih de şopand. Esen, di serdanê de agahî ji berpirsiyaran wergirt û diyar kir ku dê di demek kurt de xebat bi dawî bibin.

Her wiha Esen, du parkên zarokan ên li navçeyê jî ziyaret kir û rewşa li wan şopand.