Kategoriler
Haberler

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî maça tîma futbolê ya jinan temaşe kir

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, pêşbirka tîmên futbolê yên jin a Sîlvanspor û Erganî Makamsporê ya ku li stada navçeya Farqînê hat listinê temaşe kir.

Kategoriler
Haberler

Hevserok Bucak: Divê Hemû Çalakiyên bi Metirsîdar ên li Hewzeyê Bên Rawestandin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo balê bikişîne ser xetereyên li ser Hewzeya Avê ya Dîcleyê ku hewcedariya bajêr bi avê pêk tîne û tedbîrên lezgîn ên ku divê bên girtin, li Meydana Cumhuriyetê ya Gêlê daxuyanî da çapemeniyê.

Hevşaredarê me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Meczin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, şaredarên navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî, rêveberên Gêlê û welatiyên li navçeyê dijîn, beşdarî daxuyaniyê bûn.

Bucak di daxuyanîya xwe de destnîşan kir divê li derdora Hewzeya Gola Bendava Dîcleyê ya ku ava vexwarinê dide milyonek û nîv nifûsê hemû xebatên bi rîsk bên sekinandin. Bucak got, “Bi vê daxuyaniya çapemeniyê em dixwazin soz bidin ku em dikarin bi dînamîkên bajar û welatiyan re plana çalakiyê pêk bînin.”

Kategoriler
Haberler

Hevalserokê me Sevim Biçici li bernameya ragihandina encamên “Çalşitaya Jin di Aboriyê de” beşdar bû.

Daxuyaniya dawî ya “Komxebata Jinan a Aboriyê” ku di 22’ê Mijdara 2024’an de bi hevkariya Meclisa Jinên Karsaz a DTSO û Lijneya Karsazên Jin a TOBB’ê ya Amedê û bi koordînasyona Dibistana Pîşesaziyê ya Amedê hat lidarxistin, bi bernameyeke ku hat organîze kirin hat eşkerekirin. Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî jî tevlî vê bernamê bû.

Kategoriler
Haberler

Temîrkirina rêyên xerabûyî berdewam dike

Temîrkirina rêyên xerabûyî yên li kolanên navçeya me dewam dike. Di çarçoveya xebatên ku ekîbên girêdayî Midûriyeta Xebatên Fenê destpêkirin de, li kolana 555emîn a Taxa Silheddînê xebatên temîrkirina rê bi dawî bûn.

Kategoriler
Haberler

Midûriyeta me ya Park û Baxçeyan li tevahiya navçeyê xebatên xwe didomîne

Personêlên Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya me li hemû parkên navçeya me xebatên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de xebatên xwe yên wekî paqijkirina parkên li seranserê navçeya me, tamîrkirin û lênihêrîna qadên lîstikê, tamîrkirina cîhên rûniştinê, avdana çîmen û daran, nûkirin û sererastkirina ronîkirinê û birîna daran didomîne.

Ji bo Farqînek paqij em bi hev re derdora xwe paqij bihêlin.

Kategoriler
Haberler

Li taxa Qaleyê xebatên paqijkirinê hat kirin

Ekîbên Midûriyeta Karên Paqijiyê ya

Şaredariya me li seranserê navenda navçeyê xebatên xwe yên paqijiyê didomînin. Di çarçoveya xebatê de ekîban li taxa Qaleyê xebatên paqijiyê kirin.

Kategoriler
Haberler

PAQIJIYÊ JI BER DERÊ XWE BIDE DESTPÊKIRIN!

Ekîbên Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me li seranserê navenda navçeyê xebatên xwe yên paqijiyê didomînin. Di çarçoveya xebatê de ekîban li derdora Pira Malabadê û li taxên Mescît û Konakê xebatên paqijiyê kirin.

Kategoriler
Haberler

ÇOPA XWE NEAVÊJE ERDÊ!

Ekîbên Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me li seranserê navenda navçeyê xebatên xwe yên paqijiyê didomînin.

Kategoriler
Haberler

Civîna meha adarê ya meclîsa şaredariya me bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.

Civîna meha adarê ya meclîsa şaredariya me bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.

 

Kategoriler
Haberler

Hevseroka me Sevîm Bîçîcî beşdarî bernameya fitarê ya Şaredariya Licê bû

Hevseroka me Sevîm Bîçîcî, Parlementera DEM’ê ya Amedê Adalet Kaya, Hevseroka partiya DEM’ê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredara Licê Dîlek Diyar Ozer û hevserokên şaredariya navçeya li Licê tevlî bernameya fitarê ya ji bo jina bûn.