Kategoriler
Haberler

Civîna meha nîsanê bi rûniştina yekemin dest pê kir

Civîna meha nîsanê ya meclîsa Şaredariya me dest pê kir. Di rûniştina yekemîn a civîna ku li salona meclîsa şaredariyê hat lidarxistin de, yekem xalên rojeva serdema nû hatin nîqaşkirin.

Di civînê de Endamên Meclisa Daîmî ya Şaredariyê, Komîsyona Plan û Budçeya Meclisa Şaredariyê û Komisyona Avadanî û Geşedaniyê hatin hilbijartin. Bi hilbijartinan re komîsyonan bi endamên xwe yên nû dest bi karên xwe kirin.

Civînên meclîsê li gorî rojeva diyarkirî wê tevahiya hefteyê dewam bikin.

Kategoriler
Haberler

Tîma Futbolê ya Jinan a Silvansporê serdana Hevşaredarên me kir

Tîma Futbolê ya Jinan a Sîlvansporê hat serdana Hevserokên me. Di çarçoveya serdanê de tîm destpêkê bi Hevşaredarê me Kadrî Esen re hevdîtin kir û formayê ku navê wî li ser hebû diyarî Esen kirin. Di civîna ku di atmosfereke dostane de hat lidarxistin de behsa girîngiya werzîşê û futbola jinan hat kirin.

Paşê listikvanan Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî ziyaret kirin. Listikvanan serkeftinên tîmê xwe parve kirin û ji bo piştgiriya hevşaredarên me spasiya wan kir. Rêveberiya Silvansporê berê formaye kî ku navê wê li ser bû diyarî Bîçîcî kiribû.

Kategoriler
Haberler

Li kolanên navçeya me xebatên asfaltê hatkirin

Ji aliyê ekîbên Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariya me ve çalên ku li hemû kolan û kuçeyên navçeya me derketine, bi asfaltê tên tijekirin.

 

Kategoriler
Haberler

Ji bo cejnê goristan hatin paqijkirin

Ekîbên Midûriyeta Goristanan a Şaredariya me beriya Cejna Remezanê li hemû goristanên navenda navçeyê xebatên paqijkirinê yên berfireh kirin.

Di xebatên ku hatin kirin de ji bo ku welatî karibin di hawîrdoreke rihettir û firehtir de karibin gorana ziyaret bikin, qadên goristanan ji giyayan hatin paqijkirin û paqijiya giştî hat kirin.

Rayedarên ekîba Midûriyeta Goristanan diyar kirin ku xebat bi baldarî tê meşandin da ku welatî di nava aramiyê de hestên xwe yên manewî bijîn.

Kategoriler
Haberler

Li kolan û kuçeyan paqijiya cejnê tê kirin

Ji ber nêzîkbûna Cejna Remezanê ji aliyê ekîbên Midûriyeta Xizmetên Paqijiyê ya Şaredariya me ve li seranserê navçeyê xebatên paqijiyê yên berfireh li kuçe û kolanan tên kirin.

Di çarçoveya xebatan de li hemû navçê kuçe, kolan û peyare bi baldarî hatin şûştin û paqijkirin. Bi vê paqijiya ku beriya cejnê hat kirin, hat xwestin ku welatiyên Farqînê di hawîrdoreke paqijtir û firehtir de cejnê pêşwazî bikin.

Rayedarên Midûriyeta Xizmetên Paqijiyê diyar kirin ku xebatên paqijiyê dê di tevahiya cejnê de bidomin û ji welatiyan xwestin ku di derbarê paqijiya hawirdorê de bi hestiyar bin.

Kategoriler
Haberler

Ji Bîçîcî serdana Komeleya Farqîniya û DTSOyê

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî bi rojeva festîvala Serê Gulanê serdana Komeleya Farqîniya û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) kir. Di serdanê de rêvebirên Komeleya Farqîniyan diyarî dan Hevşaredara me Sevim Biçici.

Kategoriler
Haberler

Ji bo “Xwaringeha Gel” xebatên înşaatê dest pê kir

Şaredariya me, ji bo ku xizmeta xwarinê bi erzan û bi kalîte bide welatiyan, ji bo pêkanîna projeya “Xwaringeha Gel” dest bi xebatan kir. Di qonaxa yekem de li kolana Gazî yê li qada diyarkirî xebatên înşaetê dest pê kir. Piştî bidawîbûna xebatan, Xwaringeha Gel dê dest bi kar û xizmetê bike.

Kategoriler
Haberler

Pîrozbahiya Newrozê ya KASED’ê

Di pîrozbahiya Newrozê ya ku ji aliyê Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) cara duyemîn tê lidarxistin, cil û bergên herêmî hatin pêşandan û agirê Newrozê hat pêxistin. Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî jî beşdarî bernameyê bû.

Kategoriler
Duyurular

ÇED Gerekli Değildir Kararı Hk

Kategoriler
Haberler

Esen bi esnafên sûka qesaban re civiya

Hevşaredarê me Kadrî Esen, bi endamên meclisa me re, ji bo hilweşandina Sûka Qesaban ku di sala 2021’an de bi rapora teknîkî ya Miduriyeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Amedê biryara hilweşandina wê hatiye dayîn, bi esnafên sûkê re civiya. Hevşaredar Esen, biryarê ji esnafan re ragihand û daxwaza piştgiriyê ji wan kir. Her wiha Esen di civînê de pêşniyarên esnafan jî girt û spasiya wan kir.