Keyayên taxan ji bo rayîşa erd û zeviyên navçeya me diyar bikin li Şaredariya me hatin cem hev. Hevserokên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen jî beşdarî civînê bûn.
Piştî civênê rayîşên nû yên piyaseyê yên erd û zeviyan hatin diyarkirin.
Keyayên taxan ji bo rayîşa erd û zeviyên navçeya me diyar bikin li Şaredariya me hatin cem hev. Hevserokên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen jî beşdarî civînê bûn.
Piştî civênê rayîşên nû yên piyaseyê yên erd û zeviyan hatin diyarkirin.

Civîna meha nîsanê ya meclîsa şaredariya me bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.
Personelên girêdayî Midûriyeta Karên Paqijiyê a Şaredariya me di çarçoveya xebatên paqijiyê da pêyarê û kolana Gaziyê şûştin û dezenfekte kirin.
Ji bo ku Farqîna me xweşiktir bibe xebatên me dewam dikin.
Midûriyeta Goristanan a Şaredariya me, ji bo ku giyayan zuwa bikin û li qadên goristanan çênebin, dest bi dermankirinê kirin. Di vê çarçoveyê de ekîb her tim goristanan paqijdikin û dixwazin welatî di hawîrdoreke paqij û saxlem de serdana goristanan bikin.
Rayedaran diyar kirin ku dê xebatên bi vî rengî dem bi dem bên kirin û dê memnûniyeta gel di serî de bê girtin.
Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya me dê îsal di çarçoveya bernama kevneşopî yên Serê Gulanê de pêşbirka taybet a helbest û çîrokên kurdî li dar bixe.
Pêşbirk dê tenê ji bo beşdariya welatiyên Farqînê vekirî be. Beşdarvan dê di navbera 15’ê Adarê û 1’ê Gulanê de helbest û çîrokên xwe yên ku bi kurdî hatine nivîsandin ji navnîşana silvanbelediyesii@gmail.com re bişînin.
Di dawiya pêşbirkê de berhemên bi ser ketin dê bên xelatkirin. Bi vê pêşbirka watedar a di çarçoveya bernama Serê Gulanê de, bi armanca pêşxistina ziman û çanda Kurdî tê kirin û welatî ji bo pêşbirkê hatin vexwendin.
Xelata Çîrokê
Yekemin: Zêrê Tije
Duyemîn: Nîv Zêr
Sêyemîn: Çaryek
Xelata Helbestê
Yekemin: Zêrê Tije
Duyemîn: Nîv Zêr
Sêyemîn: Çaryek
9’emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ku bi hevkariya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn wê di navbera 26 – 30’ê Îlona 2025’an de bi şîara ‘Kok… li dora agir efsûnên rasteqîn…’ bê lidarxistin, li Park 75’ê bi deklarasyonekê hate ragihandin. Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî jî tevlî deklerasyonê bû.