Kategoriler
Haberler

Serketîyên Pêşbirka Çîrok û Helbestan Xelatên xwe wergirtin

Serketîyên Pêşbirka Helbest û Çîrokan ku ji aliyê Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya me ve di çarçoveya Şahiyên Serê Gulanê de hate lidarxistin, di merasîma ku li eywana konferansê ya şaredariya me hat lidarxistin de xelatên xwe wergirtin.

Hevşaredarên me Sevim Bîçîcî û Kadrî Esen, endamên meclîsa şaredariya me, Hevserokên Navçeyê yên Partiya DEMê Mahfus Kizildûş û Melek Dolan û rêveberên partiya DEM’ê, Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Doğrul, endamên juriyê, pêşbaz û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, Hevşaredarê me Kadrî Esen spasiya her kesê kir ku beşdarî organîzekirina pêşbirkê bûne û got, “Divê hemû şaredariyên ku bi têkoşînek mezin hatine qezenckirin jî ji bo pêşxistina Ziman û Çanda Kurdî xebatên wiha bikin.”

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî bi spasiya beşdaran dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ji ber mirina endamên meclisa şaredariyê yên kevn û rêhevalên wan gelek bername hatine betalkirin û got, “Me piraniya xebatên xwe bi Kurdî kir û emê bi Kurdî berdewamkin.”

Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Doğrul spasiya Hevserokên me û karmendên Rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî kir û xelatgiran pîroz kir.

Xelat ji aliyê Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî, Kadrî Esen, Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Dogrul, Midûrê Çand û Karên Civakî Halît Amaç û Hevserokên Navçeyê yên DEM Partiyê Mahfus Kizildûş û Melek Dolan ve hatin dayîn.

Kategoriler
Haberler

Serketîyên pêşbirka Helbest û Çîrokên Serê Gulanê diyar bûn

Navên serketîyên Pêşbirka Helbest û Çîrokên ku di çarçoveya Şahiyên Serê Gulanê de ya ku ji aliyê Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya me ve hate organîzekirin de diyar bûn.

Di navbera 15’ê Adarê û 1’ê Gulanê de bi mijara “Hatina Biharê” ku serlêdan dihatin qebûlkirinê, 28 helbest û 22 çîrok beşdarî pêşbirkê bûn. Li gorî encamên desteya jûriyê ku ji Mîna Acer, Rêdûr Dîcle, Elîxan Loran, Roza Metîna, Mihdî Perînçek û Hogir Berbir pêk dihat, yên ku xelat qezenc kirine wiha ne;

Beşdarên ku di kategoriya helbestan de xelat qezenç kirin:

1’emîn Enes Meçîn: “Evînên Ji Şîr-Şihitî”

2’emîn Roza Budak: “Ji Bo Hêviyê Biqîrin”

3’emîn  Selîm Suna: “Fêra Rengîn”

Beşdarên ku di kategoriya çîrokan de xelat qezenç kirin:

1’emîn  Arzu Demirpolat: “Dema Kulîlk Vebin”

2’emîn Yılmaz Gür: “Xelat a Xweda”

3’emîn Yakup Güler: “Zêrîn û Dilê Biharê: Çîrokek li Çiyayên Elbatê”

Xelat dê di merasîmekê de ku beriya konsera Rojda û Şahîn Farqîn a 14ê Gulanê were lidarxistin, radestî serketîyan werin kirin.

Hevserokên me Sevim Biçici û Kadri Esen, ku bang li gel kirin ku beşdarî şahiyên Serê Gulanê yên ku dê di 13-14’ê Gulanê de bên lidarxistin bibin, spasiya hemû kesên ku beşdarî pêşbirkê bûne kirin û diyar kirin ku ev pêşbirka helbest û çîrokan ji bo jibîrnekirina çand û wêjeya Kurdî xwedî cihekî girîng e.

Kategoriler
Haberler

Li Farqînê “Şahiyên Serê Gulanê” bi coş dest pê dike!

Şaredariya me, mizgîniya hatina biharê bi daxuyaniya çapemeniyê ragihand ku ew ê “Şahiyên Serê Gulanê” li dar bixe. Li Salona Konferansa Şaredariya me daxuyanî hat dayîn û Hevşaredarên me Sevim Bîçîcî û Kadri Esen bi tevî endamên meclisa şaredariyê û Midûrê Karên Çand û Civakî Mehmet Halît Amaç beşdar bûn.

Di çanda kurdî de “Serê Gulanê” ku sembola destpêka biharê ye, hişyarbûna xwezayê, hêvî û nûbûnê temsîl dike. Ev dema kevneşopî ku bi sedsalan e tê pîrozkirin, yekîtiya civakî, girêdana ku bi xwezayê re tê avakirin û bîranîna çandî vejîn dike. Hevşaredarê me Kadrî Esen, diyar kir ku wan ji bo ragihandina bernameya Şahiyên Serê Gulanê civîn li dar xistiye û got ku Serê Gulanê bi sedan salan e tê pîrozkirin. Esen, bi bîr xist ku di dema qeyûman de Serê Gulanê ji aliyê şaredariyê ve bi awayê bernameyê nehatiye pîrozkirin û ev tişt gotin: “Piştî serkeftina DEM Partiyê, me piştî 7-8 salan biryar da ku em ê wek şaredarî Serê Gulanê bi bernameyên taybet pîroz bikin. 2-3 meh e ku xebatên me li ser vê bernameyê hene û êdî di ji bo 13-14’ê Gulanê de amadekarî û bernameya me zelal bû.”

Esen, di dawiya axaftina xwe de ji hemû farqîniyên xwest ku li dîroka xwe ya kevn, çanda xwe û zimanê xwe xwedî derkevin.

Hevşaredara me Sevim Bîçîcî jî got ku ew ê bi Şaredariya Mezin a Amedê, Komeleya Farqîniyan û Odeya Bazirganiyê ya Amedê re bi hev re Serê Gulanê bi awayekî plankîrî û sîstematîk pîroz bikin. Di berdewama axaftina xwe de Bîçîcî, ev tişt anîn ziman: “Armanca me ew e, em bêyî ku zirarê bidin tevn û milkê çandî, wan mirovên ku bi salan e bi hev re dijîn, bikin yek. Em hemû xelkê Farqînê û Tirkiyeyê vedixwînin vê bernameya xwe. Me ji bo pêvajoya nû, ji bo xurtkirina biratiyê û ji bo derxistina wê dîmena dîrokî û turîzmê ya ku Farqîn heq dike, şahiyek wiha li dar dixin. Em dixwazin her kesê ku dixwaze xwe di biratiyê de bibîne, li Farqînê wek mêvanê xwe pêşwazî bikin. Em bi jiyaneke nû, demeke nû û hevgirtineke nû hemû gelan vexwendî dikin”

Midûrê Karên Çand û Civakî Mehmet Halît Amaç jî bernameyê ragihand.

Li gorî daxuyaniya Amaç, bernameya Serê Gulanê bi vî awayî ye

13ê gulanê

Saet 11.00 Li Deriyê Qulfayê Civandin û Meşa Ger û Geşta Cihên Dîrokî Saet 13.30 Li Qonaxa Elî Axa Panela Helbestan (Berken Bereh, Herdem Merwanî, Evîndar Kurdistan, Dildar Welat)

Saet 14.30 Li Qonaxa Elî Axa Dîwana Dengbêjan

Saet 18.00 Li Qada Ezîzoxliyê Pêşaniya Hinek Henek

Saet 20.00 Li Malabadê Şahiya KASED a Jinan

14ê gulanê

Saet 10.30 Li Baxçê Şaredariyê Civandin û Girseyî Gera Cihên Seyranan (Malabadê, Bêzwan, Zevîterk, Kanîya Navîn, Tokî) Li Zevîterkê Danasîna Listikên Kevn û Pareşûta Lêf Saet 19.00 Axaftin û Dayîna Diyariyên ku Pêşbirka Serê Gulanê de Helbest û Çîrokê ku

Saet 20.00 Konser Hunermend: Rojda, Şahîn Farqîn Cîh: Parka RindêxanêPêşketine

Kategoriler
Haberler

Civîna meha gulanê yê meclisa me bi bîranîna Onder dest pê kir

Civîna meha gulanê ya meclîsa Şaredariya me li eywana meclîsa şaredariyê bi rûniştina yekemîn dest pê kir.

Di vekirina rûniştinê de Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen Endamê Heyeta Îmraliyê, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya DEM’ê û Serokwekîlê TBMM’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anîn.

Her wiha di rûniştinê de 2 xalên rojeva meha nîsanê jî piştî ku nîqaş li ser wan hatin kirin, hatin qebûlkirin.

Kategoriler
Haberler

Serlêdanên ji bo Pêşbirka Helbest û Çîrokên Serê Gulanê qediyan!

Serlêdanên ji bo Pêşbirka Helbest û Çîrokan ku di çarçoveya şahiyên Serê Gulanê de ji aliyê Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya me ve tê lidarxistin, bi dawî bûn!

28 helbest û 22 çîrokên ji bo pêşbirkê hatine şandin.

Berhemên ku ji bo pêşbirkê hatine şandin dê ji aliyê heyeta juriyê ya Rêdûr Dîcle, Elîxan Loran, Roza Metîna, Mîna Acer, Mihdî Perînçek û Hogir Berbir pêk tê ve bên nirxandin û kesên serketî dê di şahiyên ku di 14’ê Gulanê de li Qada Bajêr a Rindêxanê bê lidarxistin, xelatên xwe bistînin.

Kategoriler
Haberler

Firina Nan a Gel ya Şaredariya Farqînê duşemê vedibe!

Firina Nan a Gel ya Şaredariya Farqînê hatiye temamkirin, dê roja Duşemê 5ê Gulanê saet 15:00an de were vekirin.

Bihayekî maqûl, nanê saxlem…

Hemû gelê me vexwendî ye!

Duşem, 5ê Gulanê

15.00

Halk Ekmek Fırını (Di hundirê Garaja Şaredariya yaTaxa Kulfayê)

Kategoriler
Haberler

Li Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûdemê  Kursên me Dest Pê Dikin!

Kursên me yên Erbanê, Tevnkirina Kîlîman û Neqş û Dirûtinê dest pê dikin. Bi van kursan hûn ê hem hunerên destan ên kevneşopî hîn bibin hem jî hunerweriyên nû bi dest bixin. Em li benda we ne!

Navnîşana Serlêdanê: Ser Erase (Li ser Bazara Taxê)

Ji bo agahiyên zêdetir: [+90 538 645 0623 ]

Kategoriler
Haberler

Tûrnûvaya Futbolê ya Merwanî, bi peyama piştevaniya ji bo “Sırrı Süreyya Önder” destpêkir

Tûrnûvaya Futbolê ya Merwanî ya ku ji aliyê Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya me ve tê lidarxistin, bi pankarta ku ji bo Sırrı Süreyya Önder hatibû vekirin destpêkir.

Di maçên Etşaspor-Cîhan Spor û Gundikê Hecîîbrahîm Spor-Kewşan Spor de pankarta bi nivîsa “Kekê Sırrı bi dil û can em bi te re ne” hat vekirin û peyama piştgiriyê ji bo Sırrı Süreyya Önder hat dayîn.

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî di axaftina xwe de diyar kir ku navçeya me di tevahiya dîrokê de mazûvaniya çand û hunerê kiriye û got, “Ez hêvî dikim ku ev tûrnûva bibe wesîleya aştî û biratiyê. Werzîş, çand û huner pêkhateyên ji hev nayên veqetandin in. Ez hêvî dikim ku ev tûrnûva bibe wesîleya tiştên baş.”

Serokê Sîlvan Beledîyesporê Ramazan Koç diyar kir ku Farqîn di tevahiya dîroka xwe de mazûvaniya huner û werzîşê kiriye û got, “Futbol evîn, biratî û aştî ye. Ez hêvî dikim ku ev tûrnûva tolerans, evîn û biratiyê xurt bike û li gorî rihê tûrnûvayê bi awayekî werzîşî were lidarxistin. Farqîn bajarekî kevnar e, ev bajar bi çand û hunera xwe hebûye û dê hebûna xwe bidomîne. Ez ji hemî tîman re serkeftinê dixwazim.”

Encamên pêşbirkan wiha ne;

Etşa Spor 2-4 Cîhan Spor

Gundikê Hecîîbrahim Spor 6-6 Kewşan Spor

Kategoriler
Haberler

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî li gundê Salika bi xwendekaran re şitilê dara danî

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî li Dibistana Seretayî û Navîn a Eşme Omer Kiraslan ya gundê Salika bi xwendekarên re şitilê dara danî. Bîçîcî ku berê beşdarî Pêşengeha Hunera Veguherî ya Dibistana Seretayî û Navîn a Eşme Omer Kiraslan bû, li ser vexwendina xwendekarên jin çû dibistanê. Şitilên ku ji aliyê Midûriyeta Park û Baxçeyan ve hatin anîn bi zarokan re li baxçeyê dibistanê hatin danîn.

Piştî bernama ku endamên meclîsa şaredariya me jî amade bûn, Bîçîcî û kesên pê re beşdarî xwarina ku ji aliyê gundiyan ve hat dayîn bûn.

Kategoriler
Haberler

Bîçîcî û Esen tevlî “10’emîn Fûara Bajarvanî û Teknolojiyê ya Antalyayê û Sempozyuma Rêveberiyên Herêmî ya CİTYEXPO” bûn

Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen beşdarî merasîma vekirina “10’emîn Fûara Bajarvanî û Teknolojiyê ya Antalyayê û Sempozyuma Rêveberiyên Herêmî ya CİTYEXPO” ya ku li Antalyayê ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê û Yekîtiya Şaredariyên Akdenizê ve hat lidarxistin bûn.