Kategoriler
Duyurular

Toplulaştırma İşlemleri (3.Askı Çalışması) 4.7.2025

Kategoriler
Duyurular

DİYARBAKIR SİLVAN İLÇE BELEDİYE BAŞKANLIĞINDAN

Kategoriler
Duyurular

Toplulaştırma İşlemleri (Askı Parselasyon)30.06.2025

Kategoriler
Duyurular

Toplulaştırma İşlemleri (3.Askı Çalışması)

Kategoriler
Duyurular

Diyarbakır İli, Silvan İlçesi,Mescit Mahallesinde bulunan, tapunun 146 ada 4-5 no.lu parselinde yer alan, Tescilli konutun Korunma Alanı, T

Kategoriler
Duyurular

Toplulaştırma İşlemleri (Askı Parselasyon)

Kategoriler
Duyurular

Toplulaştırma İşlemleri (2.Askı Parselasyon)

Kategoriler
Haberler

ROJA CÎHANÎ YA HAWİRDOR: PARASTINA JIYANÊ XWEDÎDERKETINA SIBEROJÊ YE!

default

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE!

Îro, li dijî polîtîkayên kapîtalîzmê yên ku xwezayê dikin bazirganî û qadên jiyanê yên xebatkarên civakî talan dikin; Roja Cîhanî ya Hawirdor, ew e, ku em dengê têkoşîna xwe ji bo parastina av, ax, hewa û hemû zindiyan bilind dikin.

Em dibêjin:

Daristan, çêrgeh û çemên me nikarin bibin qurbanê çavbirçîtiya sermayeyê! Projeyên madenê, santralên termîk û betonkirina ku di salên dawî de leztir bûne, wêrankirina ekolojîk kûrtir dikin û gelê me mehkûmî xizanî û pêşerojek nexweş dikin.

Krîza avhewayê ne çarenûs e, ew encama neheqiyê ye! Di demekê de ku lobiyên sotemeniyên fosîl û nûnerên wan ên siyasî agir berdidin ser gerstêrkê; Karker, feqîr û jin ew in ku bedela herî giran a vê wêrankirinê didin.

Em ê nekevin nav xapandinên “kesk”! Projeyên “kapîtalîzma kesk”, ku bi îdiaya parastina Derûdor têne pêşkêş kirin, ji bilî rewakirina talankirina xwezayê ti armancek din bi kar naynin. Çareseriya rastîn bi rêya plansaziya demokratîk e, ku tê de hevsengiya ekolojîk û edaleta civakî dê bi hev re werin bidestxistin!

DAXWAZÊN ME VEKIRÎ NE:

Divê hemû projeyên ku dibin sedema wêrankirina xwezayê (Akkuyu Nukleer, HEPP, hwd.) tavilê werin rawestandin!

Divê Peymana Avhewayê ya Parîsê were bicîhanîn; Divê salnameya jiholêrakirina qonaxa dawî ya komirê tavilê were ragihandin!

Divê erdên çandiniyê, çêrgeh û havzên avê werin parastin; Piştgiriya jiyana ekolojîk li deverên gundewarî bikin!

Bila zilm û zordariya li ser mirov û çalakvanên ku ji bo jîngehê têdikoşin bi dawî bibe!

Em careke din radigihînin ku em li aliyê jiyanê ne, ne li aliyê sermayeyê. Em Roja Cîhanî ya Hawirdor wek rojek ji bo mezinkirina berxwedanê dibînin; Em bang li  hemû gelan dikin li himberî vana werin têkoşînê.

Hevşaredarên me Sevim Bîçîcî, Kadrî Esen, endamên meclîsê û karmendên şaredariyê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber şaredariya me bûn.

Kategoriler
Haberler

ROJA CÎHANÎ YA HAWİRDOR: PARASTINA JIYANÊ XWEDÎDERKETINA SIBEROJÊ YE!

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE!

“ROJA CÎHANÎ YA HAWİRDOR: PARASTINA JIYANÊ XWEDÎDERKETINA SIBEROJÊ YE!”

Îro, li dijî polîtîkayên kapîtalîzmê yên ku xwezayê dikin bazirganî û qadên jiyanê yên xebatkarên civakî talan dikin; Roja Cîhanî ya Hawirdor, ew e, ku em dengê têkoşîna xwe ji bo parastina av, ax, hewa û hemû zindiyan bilind dikin.

Em dibêjin:

➜ Daristan, çêrgeh û çemên me nikarin bibin qurbanê çavbirçîtiya sermayeyê! Projeyên madenê, santralên termîk û betonkirina ku di salên dawî de leztir bûne, wêrankirina ekolojîk kûrtir dikin û gelê me mehkûmî xizanî û pêşerojek nexweş dikin.

➜ Krîza avhewayê ne çarenûs e, ew encama neheqiyê ye! Di demekê de ku lobiyên sotemeniyên fosîl û nûnerên wan ên siyasî agir berdidin ser gerstêrkê; Karker, feqîr û jin ew in ku bedela herî giran a vê wêrankirinê didin.

➜ Em ê nekevin nav xapandinên “kesk”! Projeyên “kapîtalîzma kesk”, ku bi îdiaya parastina Derûdor têne pêşkêş kirin, ji bilî rewakirina talankirina xwezayê ti armancek din bi kar naynin. Çareseriya rastîn bi rêya plansaziya demokratîk e, ku tê de hevsengiya ekolojîk û edaleta civakî dê bi hev re werin bidestxistin!

DAXWAZÊN ME VEKIRÎ NE:

✔ Divê hemû projeyên ku dibin sedema wêrankirina xwezayê (Akkuyu Nukleer, HEPP, hwd.) tavilê werin rawestandin!

✔ Divê Peymana Avhewayê ya Parîsê were bicîhanîn; Divê salnameya jiholêrakirina qonaxa dawî ya komirê tavilê were ragihandin!

✔ Divê erdên çandiniyê, çêrgeh û havzên avê werin parastin; Piştgiriya jiyana ekolojîk li deverên gundewarî bikin!

✔ Bila zilm û zordariya li ser mirov û çalakvanên ku ji bo jîngehê têdikoşin bi dawî bibe!

Em careke din radigihînin ku em li aliyê jiyanê ne, ne li aliyê sermayeyê. Em Roja Cîhanî ya Hawirdor wek rojek ji bo mezinkirina berxwedanê dibînin; Em bang li  hemû gelan dikin li himberî vana werin têkoşînê.

Hevşaredarên me Sevim Bîçîcî, Kadrî Esen, endamên meclîsê û karmendên şaredariyê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber şaredariya me bûn.

Kategoriler
Haberler

Tûrnûvaya Fûtbolê ya Merwanî bi merasîma qûpa dayînê bi dawî bû

Turnûvaya Futbolê ya Merwanî ku ji aliyê Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya me ve hat organîzekirin û bala gelek kesa kişand, bi maça fînalê bi awayekî coş bi dawî bû. Baxçelievler Spor bû şampiyona tûrnûvaya bi dostaniya werzişvaniyê hat lidarxistin. Di heman demê de rêxistin bi peyamên aştî û biratiyê hat tacîdarkirin.

Tûrnûva diyarî Endamê Heyeta Îmraliyê birêz Sirri Sureyya Onder ku di 3’ê gulanê de jiyana xwe dest da hat kirin.

Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî, Kadrî Esen, Serokê ASKF Remzî Dayan, Nûnerê Parêzgeha Amedê yê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Mehmet Altindağ, Serokê Komeleya Farqîniyan a Amedê Cemal Doğrul, Serokê Silvan Belediyesporê Ramazan Koç, endamên Meclisa Şaredariya me, lîstikvanên berê yên fûtbolê yên ku bûne sembolên Amedê û bi sedan alîgirên tîman di merasîmê de amade bûn.

Di merasîmê destpêkê qûpayên tîmên ku bûn sêyemîn û çaremîn hatin dayîn. Serokê Belediyesporê Ramazan Koç ku qûpaya tîma çaremîn da ev tişt gotin: “Weke Şaredariya Farqînê, em tûrnûvaya xwe diyarî Birêz Sirri Sureyya Onder qasidê aştî û biratiyê dikin. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Hevşaredarê me Esen jî kûpa da Nînova Sporê ku bû duyemîn. Esen, destnîşan kir ku tûrnûva ji meha nîsanê ve bi hewldanên mezin ên Komîsyona Sporê ya Şaredariyê berdewam kiriye û tîmên ku ji navenda navçeyê û gundan hatine avakirin nirxek zêde dane tûrnuvayê û li Farqînê demên xweş peyda kirine. Di axaftina xwe de Esen bi van gotinan bal kişand ser pêvajoya li welat hatiye destpêkirin: “Weke tê zanîn li welatê me demsal niha bihar e. Em pêvajoya biharê de jî derbas dibin. Rojên gelek girîng û biwate pêk hatin. Bihara dilê me bi bihara ku tê meşandin geştir û xweştir bû. Em wisa bi hêvîne ku bi bihara hatiye destpêkirin li hemû welatê me her demsal bibe weke bihar. Bi werzîşê gelek tişt dikarin werin kirin. Ciwanên me dikarin ji rêyên xirab werin xilaskirin. Ez dixwazim spasiya hemî tîmên me bikim.”

Dû re Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî jî ku qûpaya tîma şampiyon Bahçelîevler Sporê da spasiya hemû beşdaran kir û ev tişt gotin: “Îro, li welêt atmosferek aştî û biratiyê heye û ji bo me pir bi qîmet e ku tûrnûvaya me bi aştî û biratiyê bi dawî dibe. Em dixwazin spasiya hemî hevalên xwe yên ku beşdarî vê yekê bûne bikin. Sirri Sureyya Onder ji bo biratiya gelan li ber xwe da. Wî heta nefesa xwe ya dawî ji bo vê yekê hewl da. Me soz dabû ku em mîrateya ku wî hiştîbû li Farqînê bidomînin. Ez her kesê ku ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest daye bi bîr tînim. Biratî bi ser ket.”

Ev tûrnûvaya ku hemû beşên civakê anî cem hev, tenê bi werzîşê bi sînor nema û weke mînakek xweş a yekîtî û hevgirtina civakê di bîranînan de ma.