Şaredariya me, mizgîniya hatina biharê bi daxuyaniya çapemeniyê ragihand ku ew ê “Şahiyên Serê Gulanê” li dar bixe. Li Salona Konferansa Şaredariya me daxuyanî hat dayîn û Hevşaredarên me Sevim Bîçîcî û Kadri Esen bi tevî endamên meclisa şaredariyê û Midûrê Karên Çand û Civakî Mehmet Halît Amaç beşdar bûn.
Di çanda kurdî de “Serê Gulanê” ku sembola destpêka biharê ye, hişyarbûna xwezayê, hêvî û nûbûnê temsîl dike. Ev dema kevneşopî ku bi sedsalan e tê pîrozkirin, yekîtiya civakî, girêdana ku bi xwezayê re tê avakirin û bîranîna çandî vejîn dike. Hevşaredarê me Kadrî Esen, diyar kir ku wan ji bo ragihandina bernameya Şahiyên Serê Gulanê civîn li dar xistiye û got ku Serê Gulanê bi sedan salan e tê pîrozkirin. Esen, bi bîr xist ku di dema qeyûman de Serê Gulanê ji aliyê şaredariyê ve bi awayê bernameyê nehatiye pîrozkirin û ev tişt gotin: “Piştî serkeftina DEM Partiyê, me piştî 7-8 salan biryar da ku em ê wek şaredarî Serê Gulanê bi bernameyên taybet pîroz bikin. 2-3 meh e ku xebatên me li ser vê bernameyê hene û êdî di ji bo 13-14’ê Gulanê de amadekarî û bernameya me zelal bû.”
Esen, di dawiya axaftina xwe de ji hemû farqîniyên xwest ku li dîroka xwe ya kevn, çanda xwe û zimanê xwe xwedî derkevin.
Hevşaredara me Sevim Bîçîcî jî got ku ew ê bi Şaredariya Mezin a Amedê, Komeleya Farqîniyan û Odeya Bazirganiyê ya Amedê re bi hev re Serê Gulanê bi awayekî plankîrî û sîstematîk pîroz bikin. Di berdewama axaftina xwe de Bîçîcî, ev tişt anîn ziman: “Armanca me ew e, em bêyî ku zirarê bidin tevn û milkê çandî, wan mirovên ku bi salan e bi hev re dijîn, bikin yek. Em hemû xelkê Farqînê û Tirkiyeyê vedixwînin vê bernameya xwe. Me ji bo pêvajoya nû, ji bo xurtkirina biratiyê û ji bo derxistina wê dîmena dîrokî û turîzmê ya ku Farqîn heq dike, şahiyek wiha li dar dixin. Em dixwazin her kesê ku dixwaze xwe di biratiyê de bibîne, li Farqînê wek mêvanê xwe pêşwazî bikin. Em bi jiyaneke nû, demeke nû û hevgirtineke nû hemû gelan vexwendî dikin”
Midûrê Karên Çand û Civakî Mehmet Halît Amaç jî bernameyê ragihand.
Li gorî daxuyaniya Amaç, bernameya Serê Gulanê bi vî awayî ye
13ê gulanê
Saet 11.00 Li Deriyê Qulfayê Civandin û Meşa Ger û Geşta Cihên Dîrokî Saet 13.30 Li Qonaxa Elî Axa Panela Helbestan (Berken Bereh, Herdem Merwanî, Evîndar Kurdistan, Dildar Welat)
Saet 14.30 Li Qonaxa Elî Axa Dîwana Dengbêjan
Saet 18.00 Li Qada Ezîzoxliyê Pêşaniya Hinek Henek
Saet 20.00 Li Malabadê Şahiya KASED a Jinan
14ê gulanê
Saet 10.30 Li Baxçê Şaredariyê Civandin û Girseyî Gera Cihên Seyranan (Malabadê, Bêzwan, Zevîterk, Kanîya Navîn, Tokî) Li Zevîterkê Danasîna Listikên Kevn û Pareşûta Lêf Saet 19.00 Axaftin û Dayîna Diyariyên ku Pêşbirka Serê Gulanê de Helbest û Çîrokê ku
Saet 20.00 Konser Hunermend: Rojda, Şahîn Farqîn Cîh: Parka RindêxanêPêşketine