Kategoriler
Haberler

Serketîyên Pêşbirka Çîrok û Helbestan Xelatên xwe wergirtin

Serketîyên Pêşbirka Helbest û Çîrokan ku ji aliyê Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya me ve di çarçoveya Şahiyên Serê Gulanê de hate lidarxistin, di merasîma ku li eywana konferansê ya şaredariya me hat lidarxistin de xelatên xwe wergirtin.

Serketîyên Pêşbirka Helbest û Çîrokan ku ji aliyê Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya me ve di çarçoveya Şahiyên Serê Gulanê de hate lidarxistin, di merasîma ku li eywana konferansê ya şaredariya me hat lidarxistin de xelatên xwe wergirtin.

Hevşaredarên me Sevim Bîçîcî û Kadrî Esen, endamên meclîsa şaredariya me, Hevserokên Navçeyê yên Partiya DEMê Mahfus Kizildûş û Melek Dolan û rêveberên partiya DEM’ê, Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Doğrul, endamên juriyê, pêşbaz û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, Hevşaredarê me Kadrî Esen spasiya her kesê kir ku beşdarî organîzekirina pêşbirkê bûne û got, “Divê hemû şaredariyên ku bi têkoşînek mezin hatine qezenckirin jî ji bo pêşxistina Ziman û Çanda Kurdî xebatên wiha bikin.”

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî bi spasiya beşdaran dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ji ber mirina endamên meclisa şaredariyê yên kevn û rêhevalên wan gelek bername hatine betalkirin û got, “Me piraniya xebatên xwe bi Kurdî kir û emê bi Kurdî berdewamkin.”

Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Doğrul spasiya Hevserokên me û karmendên Rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî kir û xelatgiran pîroz kir.

Xelat ji aliyê Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî, Kadrî Esen, Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Dogrul, Midûrê Çand û Karên Civakî Halît Amaç û Hevserokên Navçeyê yên DEM Partiyê Mahfus Kizildûş û Melek Dolan ve hatin dayîn.