Kategoriler
Haberler

Xerca ku ji mîksera betonê rijiyabû ser rê, bi hişyariya Zabitayên me ji aliyê karmendên şîrketê ve hate paqijkirin

Ji aliyê tîmên zabîtaya şaredariya me ve hate tespit kirin ku, li xaçerêya Nexweşxaneya Kevn a li ser Kolana Diyarbekirê ji miksera xercê, xerc rijiya ye ser rê.

Xerca ku ji bo jîngeh û ewlehiya trafîkê xetereyek bû, piştî ku şîrket hate tespitkirin bi hişyariya Zabitayên me ji aliyê karmendên şîrketê ve hate paqijkirin.

Kategoriler
Haberler

Ji şaredariya me ji bo zarokan qadên lîstikê nû û bi ewle

Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya me qadên kevin ên lîstikan yên zarokan li navenda navçeyê ewletir, moderntir û nûjen kir. Ji bilî xebatên nûjenkirinê, li hin gundên ku pêdivî pê hebû, qadên lîstikê yên nû jî hatin çêkirin.

Rayedaran diyar kirin ku bi saya xebata ku hatiye kirin, zarokan derfet dîtine ku di hawîrdorek saxlemtir û ewletir de dem derbas bikin, welatiyan jî kêfxweşiya xwe ji vê xizmetê re anîn ziman.

Şaredariya me ragihand ku xebatên çêkirina qadên lîstikan li deverên ku hewcedarî pê heye dê berdewam bikin.

Kategoriler
Haberler

Li gundê Şifqet xaniyekî terikandî hat hilweşandin û kavilê wî hate paqijkirin

Li gundê Şifqet xaniyekî terikandî hat hilweşandin û kavilê wî hate paqijkirin

Li seranserê navçeya me û li gundan xebatên hilweşandina avahiyên metrûk ên ku nayên bikaranîn û hatine terikandin ku talûke jê çêdibin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê da xaniyê wêran ê ku li gundê Şifqet bû ji aliyê Midûriyeta Karê Fenî ve hat hilweşandin û kavilên wan hatin paqijkirin.

Kategoriler
Haberler

Li gundan xebatên vekirina rêyan didomin

Li gundan xebatên vekirina rêyan didomin

Xebatên me yên ji bo vekirinê rêyên nav zevîya û hêsankirina trafîqê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de qêrêdera me li gundên Gundêcano û Ferhendê amûrên ku li ser rê astengiyan derdixin dide alî û rêyan sererast dike.

Kategoriler
Haberler

Li Taxa Baxlarê xebata asfaltê hate kirin

🛣️ Li Taxa Baxlarê xebata asfaltê hate kirin👷‍♂️

Ekîbên Midûriyeta me ya Karên Fenê li seranserê navçeyê karê xwe didomînin.

Di çarçoveya xebatan de, li Taxa Baxlarê xebata asfaltê hate kirin û li navendê jî peyarê hatin temîrkirin..

Kategoriler
Haberler

Paqijiya bermahî û kavilên nav bajêr didome

🏗️ 🚧Paqijiya bermahî û kavilên nav bajêr didome

Ekîbên Miduriyeta me ya Karên Fenê li seranserê navçeyê xebatên rakirina bermahiyan didomîne.

🛠️ Em ji bo Farqînek paqijtir û rêkûpêktir bênavber dixebitin!

Kategoriler
Haberler

Li taxan û gundan hilweşandina xaniyên terikandî didome

Li taxan û gundan hilweşandina xaniyên terikandî didome

Li seranserê navçeya me û li gundan xebatên hilweşandina avahiyên metrûk ên ku nayên bikaranîn û hatine terikandin ku talûke jê çêdibin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê da xaniyê wêran ê ku li Taxa Baxçelîevler û li gundên Weysikanê jêrîn û jorîn bûn ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ve hat hilweşandin û kavilên wan hatin paqijkirin.

Kategoriler
Haberler

Midûriyeta me ya Karên Fenê xebatên xwe yên paqijiyê didomîne

📍 Miduriyeta me ya Karên Fenê xebatên xwe yên paqijiyê didomîne, cihokên avê yên ji ber baranê xitimîne hatin paqijkirin, li gor hewcedariyên hevpar ên gel em jiyana gundan hêsantir dikin. Em bi hev re dixebitin û jiyanê bi hev re xurt dikin.

Kategoriler
Haberler

Li goristana û taxa xebatên paqijkirinê didomin

🌸 Li goristana û taxa xebatên paqijkirinê didomin 🌿

Ekîbên Midûriyeta Goristanan û Karên Paqijiyê yên şaredariya me li seranserê navenda navçeyê paqijiyek berfireh li goristanên me û li taxan pêk anîn.

Ev hewldanên birêkûpêk bûne sedema goristan, tax û kuçeyên paqijtir û baş-parastî da ku welatî bikaribin bi aramî serdana hezkiriyên xwe bikin. 🕊️💚

Kategoriler
Haberler

Civîna meha kanûnê ya meclîsa şaredariya me bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.

Civîna meha kanûnê ya meclîsa şaredariya me bi rûniştina 5’emîn bi dawî bû.