Li taxan û gundan hilweşandina xaniyên terikandî didome
Li seranserê navçeya me û li gundan xebatên hilweşandina avahiyên metrûk ên ku nayên bikaranîn û hatine terikandin ku talûke jê çêdibin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê da xaniyê wêran ê ku li Taxa Baxçelîevler û li gundên Weysikanê jêrîn û jorîn bûn ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ve hat hilweşandin û kavilên wan hatin paqijkirin.
📍 Miduriyeta me ya Karên Fenê xebatên xwe yên paqijiyê didomîne, cihokên avê yên ji ber baranê xitimîne hatin paqijkirin, li gor hewcedariyên hevpar ên gel em jiyana gundan hêsantir dikin. Em bi hev re dixebitin û jiyanê bi hev re xurt dikin.
Bi boneya 3yê Kanûnê Roja Astengdaran ya Navneteweyî, li odeya lîstikê ya zarokan a Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûdemê çalakiyek balkişandinê hate lidarxistin.
Li Navenda Piştgirî û Jiyanê ya Jinan a Nûdemê, li odeya zarokan bi beşdariya zarok û malbatên wan çalakiyek çêkirina tirşînê hate lidarxistin. Di dema çalakiyê de, zarokan bi amadekiriya sebzeyan û dagirtina wan di nav kavanozan de bi malbatên xwe re fêrî çêkirina tirşînê bûn.
Li Farqînê bi boneya 3yê Kanûnê Roja Astengdaran a Navneteweyî çalakiyek hat lidarxistin
Bi pêşengiya Midûriyeta Karên Çand û Civakî ya Şaredariyê, bi piştgiriya Komeleya Astengdarên Farqînê û Komeleya Parastina Astengdarên Farqînê, bi boneya 3yê Kanûnê, Roja Navneteweyî ya Astengdaran, li eywana konferansê ya şaredariyê çalakiyek hat lidarxistin.
Hevserokê me Kadrî Esen, endam û rêveberên Komeleya Astengdarên Farqînê û Komeleya Parastina Astengdarên Farqînê beşdarî bernameyê bûn.
Di çalakiyê de li ser wate û girîngiya rojê axaftin hatin kirin. Di van axaftinan de bal kişandin ser zehmetiyên ku mirovên astengdar di jiyana civakî de pê re rû bi rû dimînin û girîngiya gihîştin û şert û mercên jiyana wekhev hatin destnîşankirin.
Bername bi pêşandaneke kurt a koma Erbane ya girêdayî Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya şaredariya me berdewam kir, ku temaşevanan kêfxweş kir. Performansa rîtmîk ji aliyê temaşevanan ve bi çepikên bilind hate pêşwazîkirin.
Di dawiya çalakiyê de, bijîşkan pêşkêşiyek agahdar li ser tenduristî, mafên astengdaran û pêvajoyên rehabîlîtasyonê pêşkêş kirin. Beşdaran destnîşan kirin ku pêşkêşkirin bi taybetî ji bo hişyarkirina zêdetir alîkar bû.
📍 Civîna meha Kanûnê ya Meclisa Şaredariya me dest pê kir
Civîna meha Kanûnê ya Meclisa Şaredariya me di bin serokatiya Hevşaredarê me Kadrî Esen de bi rûniştina yekemîn dest pê kir. Di civînê de mijarên girîng ên di derbarê paşeroja navçeya me de hatin nîqaşkirin.
Xebatên me yên ji bo vekirinê rêyên nav zevîya û hêsankirina trafîqê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de qêrêdera me li gundê Boşatê amûrên ku li ser rê astengiyan derdixin dide alî û rêyan sererast dike.
Di heman demê de, li gundê Kurbeytê mefezek xitmandî hate vekirin.