Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya me qadên kevin ên lîstikan yên zarokan li navenda navçeyê ewletir, moderntir û nûjen kir. Ji bilî xebatên nûjenkirinê, li hin gundên ku pêdivî pê hebû, qadên lîstikê yên nû jî hatin çêkirin.
Rayedaran diyar kirin ku bi saya xebata ku hatiye kirin, zarokan derfet dîtine ku di hawîrdorek saxlemtir û ewletir de dem derbas bikin, welatiyan jî kêfxweşiya xwe ji vê xizmetê re anîn ziman.
Şaredariya me ragihand ku xebatên çêkirina qadên lîstikan li deverên ku hewcedarî pê heye dê berdewam bikin.









