Li gorî daxwazên gelê me xebatên paqijkirina berfê didomin
Ekîbên paqijkirina berfê û xebatkarên paqijiyê yên şaredariya me li ser rêyên sereke, kolan, kuçe û peyarêyan ji bo paqijkirina berfê, xwêkirinê û çopên ku li ser rêyan kom bûne li seranserê navenda navçeyê bênavber dixebitin.
Xebatên ku tên kirin, bi taybetî li ser rê û baxçê dibistanan, veguhestina ewle ya xwendekar û welatiyên me misoger dike. Ekîbên me, li gorî daxwazên welatiyên me xebatên xwe didomînin, tevî şert û mercên hewayê yên nebaş jî hîn jî li qadê li ser kar in.
Li seranserê navçeyê, bi giranî li ser rêyên sereke, lê di heman demê de li kolanan, kuçeyan û peyarêyan û deverên din ên giştî jî, xebatên paqijkirina berfê û xwêkirinê didomînin.
Ji ber barîna berfê ya zêde ya li seranserê navçeya me di rojên dawî de, hemû ekîbên şaredariya me ji roja yekem a ku berf dest pê kir ve bi baldarî li qadê dixebitin. Ji bo ku welatiyên me bikaribin li navenda navçeya me û gundên xwe bi ewlehî û bê navber jiyana xwe ya rojane bidomînin, xebatên paqijkirina rêyan, xwêkirin û paqijkirina berfê bê navber berdewam dikin.
Ji bo vekirina rêyên ku ji ber berfa zêde û şert û mercên erdnîgarî girtî mane, xebat berdewam dikin. Ji ber ku gelek rêyên gundan hîn jî girtî ne, ekîbên me dê hewlên xwe bidin ser rêyên sereke û rêyên girîng.
Ji bo ku çavkaniyên şaredariya me di vê pêvajoyê de bi bandortir û zûtir werin bikar anîn, pir girîng e ku welatiyên me yên li navenda navçeyê û bi taybetî li gundan dijîn bi qasî ku ji destê wan tê piştgiriyê bidin xebatên paqijkirina berfê. Bi taybetî paqijkirina deverên li ber malan û cihên kar, û bi hevgirtinê li qadên hevpar, dê bibe alîkar ku kar di demek kurttir de were temamkirin.
Hevserokatiya me ji gelê me re ji bo têgihîştin, sebir û hevgirtina wan di van şert û mercên dijwar ên zivistanê de spas dike; û bi rêzdarî raya giştî agahdar dike ku hemî ekîbên me bi şev û roj xebata xwe didomînin.
Şaredariya me li ber nexweşxaneyê şorbeya germ pêşkêş dike
Şaredariya me ji bo ku di mehên zivistanê de piştgiriyê bide welatiyan, li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê şorbeya germ pêşkêşî welatiyan kir. Şorba, ku li xizmên nexweşan, xebatkarên tenduristiyê û welatiyan hat belavkirin, di hewaya sar de bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Hate diyarkirin ku bername dê di çarçoveya xizmetên civakî yên şaredariyê de berdewam bike.
Temîrkirina rêyên ku xera bûne li hemû navçê didomin.
Di çarçoveya xebatan de, li Kolana Bûlanikliyê ya taxa Kaniya Zazo rêya ku xera bûye ji aliyê ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariya me ve hatin temîrkirin.
Li taxan û gundan hilweşandina xaniyên terikandî didome
Li seranserê navçeya me û li gundan xebatên hilweşandina avahiyên metrûk ên ku nayên bikaranîn û hatine terikandin ku talûke jê çêdibin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê da xaniyê wêran ê ku li gundê Qurtê bû ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ve hat hilweşandin û kavilên wan hatin paqijkirin.
Temîrkirina rêyên ku ji ber danîna boriyên gazê xera bûne li hemû navçê didomin.
Di çarçoveya xebatan de, li kuçeya 962emîn ya taxa Ferîdûnê rêya ku xera bûye ji aliyê ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariya me ve hatin temîrkirin.
Xebatên peyzajê li qadên lîstikê yên zarokan bênavber berdewam dikin. Piştî nûjenkirina berê ya qadên lîstikê yên zarokan, herêm tên xemilandin da ku xuyangek nûjen û xweşik bidin wan.