Kategoriler
Haberler

Civîna meclîsê a meha Tirmehê

Meclîsa Şaredariya me, civîna xwe ya meha tîrmehê di bin serokatiya hevserokên me de bi rûniştina yekemîn da destepêkirin.

Kategoriler
Haberler

Danîna kevirên parqeyan didomîn

Midûriyeta me ya Karên Fenê li seranserê navçeyê xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de personelên Midûriyeta me ya Karên Fenê li taxa Mescîdê danîna kevirên parqeyan didomîn. Wê xebatên me li her devera navçeyê bidomin.

Kategoriler
Haberler

Prêzeyan neşevitîne! Siberoja Xwe Nede Ber Agir!

Di şewatê ku de 4 rojên dawîn da li gundên cuda yên girêdayî navenda navçeya me qewimîn de nêzî 5 hezar donim prêze, nêzî 50 ton ka, nêzî 2 hezar donim zeviyên çandiniyê, 1 romorkek traktorê û bîçerek şewitîn. Şewatên ku derketine ji aliyê tîmên îtfaiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û wesayîtên avdanê yên şaredariya me ve hatine midaxelekirin.

Şewata prêzeyan; Hevsengiya ekolojîk xera dike, zindiyan tune dike, erozyonê çêdike û axê bêkêr dike.

Kategoriler
Haberler

Li 5 gundan ji bo ajalan hewzên avê hatin çêkirin

Ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariya me ve zêda bûna hewa germra ji bo ku ajal bê av neminin, li gundan golên avê tên çêkirin. Di vê çarçoveyê de li gundên Pirexala, Etşa, Bilbil, Qibris û Çekûya yên navenda navçeyê hewz tên çêkirin ku heywan bê av nebin.

Ji aliye Midûriyeta me ya Karên Fenê ve hat diyarkirin ku dê xebat li hemû gundên girêdayî navenda navçeyê dewam bikin.

Kategoriler
Haberler

Midûriyeta Park û Baxçeyan lez da xebatên xwe

Bi zêdebûna germahiyê re Midûriyeta Park û Baxçeyan a şaredariya me lez da xebatên ku li qadên wekî park, bexçe, qadên navîn û qadên lîstikê ya zarokan tên kirin.

Midûriyeta me ya Park û Baxçeyan ji bo ku li seranserê navçeya me her ku hewa germ zêde dibe giya û darên li park û qadên hêşîn zuwa nebin bi şev û roj xebatên xwe didomînin. Ji bo welatî di hawîrdoreke saxlemtir û li cîhê hêşîntir bêhna xwe bidin, ekîb li hemû parkên li navenda navçeyê û li dexla navîn a seranser li kolana Amedê xebatên avdanî, birîna giyayan, paqijkirina jîngehê û tamîrkirina pergalên avdanê didomînin.

Di heman demê de ji bo zarok li hawîrdoreke ewletir bilîzin xebatên teftîşkirin û tamîrkirinê di komên lîstikên zarokan ên li qadên parka de dewam dikin.

Kategoriler
Haberler

Li navçeya me şewata erazî

Li qada ya di navbera gundên Ferhend (Kayadere), Taxikê (Taşpınar) û Herşen (Arı) yên navçeya me de şewatek mezin derket. Şewata ku ji ber bandora bayê li qadeke berfireh belav bû ji aliyê ekîbên Îtfaiyeya Farqînê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wesayîtên avdanê yên Şaredariya me û welatiyên li herêmê ve midaxaleyî hate kirin. Ji ber şert û mercên zehmet ên eraziyê û bayê ekîban xebatên demdirêj de şewatê vemirandin.

Di dema ku ekîbên li ser sarkirina qada şewatê dixebitin, hat diyarkirin ku nêzî hezar donim zeviyên çandiniyê û hin dar şewitîn.

Şewata ku li goristana gundê Bilbil (Gündüz) derketibû jî, di encama mudaxeleya lezgîn a tîmên îtfaiyê de hat vemirandin, ekîbên me yên zabitayan jî ji bo ewlehiyê çûn cihê şewatê.

Kategoriler
Haberler

Xebatên Midûriyeta me ya Karên Fenê didomin

Ji aliyê Midûriyeta me ya Karên Fenê ve xebatên me yên li gunda bê navber dewam dikin. Di vê çarçovêda li gundê Gundikê Hecibrahim û Dêrûnê ji bo ajala çêkirina hewzên ave û li gundê Meletmanka yê navçeya me zibilê ajalan ên kombûyî yên ku mêş û kêzik lê çêdibin, hat paqijkirin. Xebatên me wê li hemû gunda bidomin.

Kategoriler
Haberler

Li gundên navçeya me zibilê ajalan ên kombûyî paqijkirin


Li gundê Girikêboto ya navçeya me zibilê ajalan ên kombûyî yên ku mêş û kêzik lê çêdibin, hat paqijkirin. Bermayiyên sewalan ên ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ve hatin komkirin li herêmeke dûrî bajêr hatin avêtin.

Kategoriler
Haberler

Seyda û alimên Komeleya Seydayên Amedê îro hatin serdana hevşaredarên me û ji bo peywîra wan a nû ew pîroz kirin.

Seyda û alimên Komeleya Seydayên Amedê îro hatin serdana hevşaredarên me û ji bo peywîra wan a nû ew pîroz kirin.

Kategoriler
Haberler

Hevşaredarên me bi karûbarên xwe re hevditîn kirin.

Hevserokên Şaredariya me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen bi xebatkarên şaredariya me re li ser kar û xebata şaredariyê civiyan, nêrîn û pêşniyazên xwe parve kirin.

Sevîm Bîçîcî | Kadrî Esen