Kategoriler
Haberler

Hevşaredara me Sevim Biçici bi keyaya re civiya

Hevşaredara me Sevim Biçici, bi keyayên taxên navendî re civiya û dîtin û ramanên xwe parve kirin.

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî mazûvaniya keyayên taxa ên navendî yên navçeya me kir û pirsgirêk û aloziyên taxan ji keyayan guhdar kir. Sevîm Bîçîcî ku di civînê de der barê xebatên ku dê bikin de agahî da keyayên taxan û diyar kir ku ji bo bi lez û bez pirsgirêkên navçeya me çareser bikin ew ê di demê pêş de her tim bi keyayan re hevdîtinê bikin.

Di heman demê de, ji bo Kampanyaya Paqijiyê ya ku dê di rojên pêş de dest pê bike, Sevim Bîçîcî ji keyayan xwest ku piştgiriyê bidin kampanyayê û tê de cih bigirin.

Kategoriler
Haberler

Xebatên me yên li qadên hêşîn berdewam dikin

Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya me, bi zêdebûna germahiya hewayê re, li qadên wek park, baxçe, refûjên navîn û qadên lîstikên zarokan xebatên xwe didomîne.

Midûriyeta Park û Baxçeyan me, bi zêdebûna germahiya hewayê re, li seranserê navçeya me, li park û qadên hêşîn ji bo ku giya û dar hişk nebin, şev û roj xebatên xwe didomîne. Ji bo ku hemwelatî bikaribin di hawîrdoreke tenduristtir, hêşîn û jiyînbar de bêhnvedanê bikin, ekîp li hemû parkên li navenda navçeyê û li refûja navîn a li kolana Amedê xebatên avdanê, birrîna giyayên bejî, birrîna giya, paqijiya derdorê û tamîrkirina sîstemên avdanê didomînin. Di heman demê de, ji bo ku zarok di hawîrdoreke ewletir de bilîzin, xebatên kontrol û tamîrkirina komên lîstika zarokan ên di qadên parkan de jî berdewam dikin.

Kategoriler
Haberler

Şevên Fîlman ên Rindêxan destpê kirin

Şevên Fîlman ên Rindêxan ku ji aliyê Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya me ve hatine organîzekirin, destpê kirin.

Di vê çarçoveyê de, pêşî li parka Meydana Bajêr di saet 20:00’an de fîlma bi navê “Zarokên Bihûştê” ji hemwelatiyên re hate nîşandan. Hevserokê Şaredariya me Sevim Biçici, endamên meclisa şaredariyê û gelek hemwelatî beşdarî şeva fîlmê bûn. Beriya fîlmê, Sevim Biçici daxuyaniyeke kurt da û spasiya hemû kesên ku di vê çalakiya ku bi pêşengiya jinan hatiye organîzekirin de xebat kirine kir. Wê diyar kir ku ew ê wek şaredarî bi piştgiriya gel xebatan bikin.


Şevên Fîlman dê li parkên ku li cihên cûda yên navçeyê ne, berdewam bikin.

Kategoriler
Haberler

Hevşaredara me li meqama xwe pêşwaziya werzişvana neteweyî Zührenaz Dikici kir

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî Werzişvana Netewî Zuhrenaz Dikici ya ku di milê rast û çepê de di Şampiyoniya Ewropayê de 2 madalyayên zêrîn bi dest xistibû û dê û bavê wê li meqamê xwe mazûvanî kir. Hevşaredara me werzişvana neteweyî Zührenaz û malbata wê re sohbet kir û got “Serkeftina Zührenaz wê hêviyê bide keçên din ên Farqînê.” Hevserokê me gul û cilên yekreng diyarî werzişvana neteweyî kir.

Kategoriler
Haberler

Hevseroka me Sevim Bîcîcî serdana rehabîlîtasyonên yên taybet kir

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî serdana rehabîlîtasyonê yên taybet ên li navenda navçeyê kir.

Hevseroka me Sevîm Bîçîcî di çarçoveya xebatên şaredariya me de serdana rehabîlîtasyonê yên taybet ên li navçeya me kir û li pirsgirêk, gilî û pêşniyarên wan guhdarî kir. Sevîm Bîçîcî dersxaneyên li rehabîlîtasyonê ziyaret kir û bi xwendekaran re hat cem hev û der barê xebatên ku bên kirin de agahî da rêvebirên rehabîlîtasyona.

Kategoriler
Haberler

Rêveberên Komeleya Astengdaran a Farqînê serdana şaredariya me kirin

Hevseroka me Sevîm Bîçîcî pêşwaziya rêveberên Komeleya Astengdaran a Farqînê yên ku serdana şaredariya me kirin û li pirsgirêk û giliyên rêveberan guhdarî kir.

Serokê Komeleya Astengdaran a Farqînê Mehmet Şîrîn Karakuş û rêveberên wî hatin serdana şaredariya me. Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî pêşwaziya rêveberên komeleyê kir û li pirsgirêk û gazinên ku serokê komeleyê Mehmet Şîrîn Karakuş anî ziman guhdarî kir.

Hevseroka me Bîçîcî diyar kir ku ew ê pirsgirêkên heyî yên ji bo astengdaran bi hev re çareser bikin û der barê xebatên ku dê ji bo welatiyên astengdar bikin agahî da.

Kategoriler
Haberler

Hevşaredara me Bîcîcî serdana esnafên pîşesaziyê kir

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî û endamên meclîsa şaredariya me serdana Esnafên Sîteya Pîşesazî ya navçeya me kir û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin.

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî û endamên meclisa şaredariya me esnafên Sîteya Pîşesaziyê a li taxa  Yenîşehîrê ziyaret kir. Bîçîcî û endamên meclîsê ji aliyê Serokê Sîteya Pîşesaziyê Mehmet Ridvan Gazanfer ve hatin pêşwazîkirin. Piştre hevşaredara me Bîçîcî serdana esnafên li sîteya Pîşesaziyê kir û li giliyên esnafan guhdarî kir, esnafan jî diyar kirin ku ew ji serdanê kêf xweş mane.

Bîçîcî, talîmat da ekîbên girêdayî Midûriyeta me ya Karûbarên Fenê ku çopê kombûyî rakin û esnafan jî hişyar kir ku derdora xwe paqij bikin.

Kategoriler
Haberler

Xebatên me yên paqijkirin û rakirina xirbeyan didomin


Ji aliyê Midûriyeta me ya Karên Fenê ve xebatên me yên paqijkirin û rakirina xirbeyan li tevahiya navçeyê didomin. Ji bo Farqînek paqij em bi hevra derdora xwe paqij bihêlin.

Kategoriler
Haberler

Pêyarê û kolana Gaziyê hat şûştin û dezenfekte kirin

Personelên girêdayî Midûriyeta Karên Paqijiyê di çarçoveya xebatên paqijiyê da pêyarê û kolana Gaziyê şûştin û dezenfekte kirin.
Ji bo ku Farqîna me xweşiktir bibe xebatên me dewam dikin.

Kategoriler
Haberler

Kêmasiyên Parqa têne çareserkirin

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, bi tevlî bûna endamen meclîsa şaredariya me û Midûrê Park û Baxçeyan Ramazan Yerelma re parqên ku li navçeya me kontrol kirin.

Ji bo ku kêmasiyên parqa bên derxistin û bi lez bêne çareserkirin, Hevşaredara me Bîçîci, talîmat da Gerînendetiya Park û Baxçeya ya şaredariya me.