Li ser giliyên hatine kirin, tîmên zabîteyê yên Şaredariya me li wesayîtên nav bajêr ên li navenda qezayê û wesayîtên ku di navbera Amed-Farqînê de veguhestinê dikin kontrol pêk anîn û hişyariyên devkî û nivîskî dan ajovanên wesayîtên ku kêmasî tê de hatin dîtin.
Tîmên girêdayî Midûriyeta Zabîteyê a şaredariya me, ji bo ku hemwelatî bikaribin bi ewle û tendurist rêwîtiyê bikin, kontrolên xwe yên li ser wesayîtên veguhestina giştî didomînin. Li ser giliyên ku klîma nayên vekirin û zêde rêwî tên siwar kirin, li wesayîtên nav bajêr û yên Amed-Farqînê yên li navenda qezayê kontrol pêk anîn. Tîmên me yên Zabîteyê plakayên wesayîtan qeyd kirin û diyar kirin ku heke heman gilî dîsa werin kirin, dê ceza bên birîn.
Hemwelatîyê jî, li ser xebatan kontrol kirina wesayîtan kef xweşiya xwe anin ziman.
Gilî ji ALO 153’ê re
Tîmên me yên zabîteyê daxwaz kirin ku hemwelatî hemû pirsgirêkên ku di veguhestina giştî de dijîn ji xeta giliyê ya “ALO 153” re rabigehînin.