Etiket: kurtce
Hevşaredarên me li dijî dagirkirina peyarêyan çalakiyek berfireh a hişyarkirinê pêk anîn. Hevşaredarên me Sevim Biçici û Kadri Esen, bi Midûrê Zabita me Ferzende Tekin re û bi beşdariya tîmên zabita, hişyarî dan esnaf û firoşkarên gerok.
Hevşaredarên me li kolanên Karabehlul, Gazî û Azizoglu geriyan û agahî dan kargehên ku peyarêya dagir kirine û firoşkarên gerok ku ev tevger trafîka peyayan asteng dike û ne qanûnî ye.
Hevşaredarên me gotin: “Bilindkirina kalîteya jiyanê ya navçeya me û afirandina hawîrdoreke ewletir ji bo her kesî di nav pêşîniyên me de ye. Em bawer dikin ku esnafên me jî dê di vê mijarê de bi me re hevkariyê bikin.”
Dê çavdêriyên bi rêkûpêk li ser firoşkarên gerok û esnafên ku li dijî qaideyan dest bi firotinê dikin, berdewam bikin.
Welatiyên ku bûn şahidê çavdêriya ku ji aliyê şarederiya me ve hatî kirin, diyar kirin ku çavdêrî gelekî di cih de ne û balê kişandin ser ku divê esnaf hişyar bin.
Li navçeya me, ji bo çareserkirina pirsgirêka dagirkirina peyarêyan a ku demeke dirêj e berdewam dike, civînek bi firoşkarên gerok re hat lidarxistin.
Di civînê de, derbarê cihekî nû yê ku ji bo firoşkarên gerok hatiye çêkirin de agahî hat dayîn. Hevşaredarên Şaredariya me ragihandin ku bi vê rêkxistina nû re, wê dawî li dagirkirina peyarêyan were. Girîngiya vê rêkxistina nû hem ji aliyê ewlekariya peyayan ve û hem jî ji aliyê pergala bajar ve hat destnîşankirin.
Hevşaredarên me, dema ku hûrgiliyên cihê nû çêkirî vedigotin, anîn ziman ku ev yek dê hem çavkaniyên debara firoşkarên gerok biparêze û hem jî bikaranîna peyarêyan li gorî armanca wan misoger bike.
Ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariya me ve zêda bûna hewa germra ji bo ku ajal bê av neminin, li gundan golên avê tên çêkirin. Di vê çarçoveyê de li gundê Qewşanê ji bo ku heywan bê av neminin hewz hat çêkirin.
Ji aliye Midûriyeta me ya Karên Fenê ve hat diyarkirin ku dê xebat li hemû gundên girêdayî navenda navçeyê dewam bikin.
Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî û endamên Meclîsa Jinan serdana atolyeya tekstîlê ya ku 9 jinan li gundê Fişat bi hev re ava kirine, kirin.
Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, ku bi jinên ku li Mezraya Gom a girêdayî Taxa Fişat ya navçeya me dijîn û di atolyeya tekstîlê de ku di sala 2022’an de bi 3 jin û 2 makîneyan dest pê kiribûn û îro 9 jin kar dikin re hevdîtin kir, got: “Ez dixwazim diyar bikim ku ji bo navçeya me gelek girîng e ku jinên li gundê Fişat yê girêdayî navçeya me xwe pêş bixin û beşdarî jiyana civakî û kar bibin.”
Hevşaredara me ku bi jinên ku bi saya vê atolyeyê beşdarî aboriya malê jî dibin re sohbet kir, got ku ji bo piştgiriya karê jinan, cilên ku dê di pêngava paqijiyê de bên bikaranîn, dê li vê atolyeyê bên çêkirin.
Hevşaredarê me Kadrî Esen, endamên meclîsa me û endam û rêveberên her du komeleyên berastengdaran ên Farqînê tev lî panelê bûn. Di panelê de li ser pirsgirêkên ku astengdar dijîn û xebatên ku divê bên kirin hate rawestandin û soza çareseriyên lezgîn hate dayîn.
Li Mala Lênihêrîna Heywanên Kolanê ya ku bi Şaredariya me ve girêdayî xizmet dike, xebatên firehkirinê dest pê kirin. Di çarçoveya xebatên firehkirinê de ku ji aliyê ekîbên Şaredariya me ve li Mala Lênihêrîna Heywanên Kolanê dest pê kirine, pêşî xebatên girtina derdora qadê dest pê kirin.
Li qada ku dê herî kêm 50 kûçik lê bimînin, qada jiyana xwezayî ji bo 100 kûçikan û ji bo kûçikên biçûk jî konteynêr bên anîn û dawiyê dê xebatên peyzajê jî bên kirin. Beytarê Şaredariya me Ferhat Cemîloglu, ku diyar kir ku wan kapasîteya mala lênihêrînê zêde kirine da ku di qada ku nêzî 13 donim e û 5 donim jê bi awayekî çalak tê bikaranîn de xizmeteke çêtir bidin.
Cemîloglu: “Ji bo ku em bi awayekî herî baş li heywanên kolanê binêrin, em her dem nûjeniyê li stargeha xwe pêşbînî dikin û pêk tînin. Bi qefesên ku me nû çêkirine, dê heywanên kolanê yên birîndar, nexweş ên ku tên vir, an jî heywanên kolanê yên ku hatine sterilîzekirin, bikaribin dema xwe ya rehabilîtasyonê bi awayekî rehet derbas bikin. Li stargeha me, di çarçoveya qanûnan de xebatên me yên sterilîzekirina heywanên kolanê berdewam in. Wekî Şaredarî, li gel van hemû hewildanên me, em li benda her cure piştgiriya heywanhezan in jî.” 
Konteynerên çopê hatin temîrkirin
Tîmên girêdayî Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me, konteynerên çopê yên li taxan, yên ku nayên bikaranîn an jî zirar dîtine bi kontrolkirina yek bi yek tespît dikin. Konteynerên çopê yên şikestî an zirar dîtî ku di encama kontrolan de hatine tespîtkirin, ji aliyê tîmên me ve tên tamîrkirin û lê tê nêrîn. Di çarçoveya vê rêkxistinê de, konteynerên çopê yên ku hatine nûkirin û lê hatiye nêrîn, dîsa ji bo xizmeta hemwelatiyan tên pêşkêşkirin.
Rêveberiya Zabita me xebatên xwe didomîne
Midûriyeta Zabitayê ya şaredariya me ji bo parastina pergala qezaya me û tenduristiya gelê me, xebatên xwe yên çavdêriyê berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de, tîmên girêdayî Midûriyeta Zabita ya şaredariya me li her çar aliyên qezayê li marketan, nanpêjxaneyan û li kafeyan çavdêriyê dikin û her wiha têkoşîna xwe ya li dijî heywanên bê xwedî jî didomînin.
“Li marketan bihayên refan û kasayê hatin kontrolkirin”
Tîmên girêdayî Midûriyeta Zabita ya şaredariya me, bi taybetî li marketên mezin û hemû cihên kar ên ku xwarinê difiroşin, ferqa di navbera bihayên li kasa û refan de kontrol kirin.
“Li nanpêjxaneyan kontrola giraniyê hat kirin”
Tîmên me yên Zabita ku li cihên kar ên ku nan û berhemanên ardî difiroşin kontrola giraniyê kirin û kargehan der barê pêkanîna mercên paqijî û tenduristiyê de hişyar û agahdar kirin.
“Midaxeleya parseke hat kirin”
Xebatên Midûriyeta zabita li hemberî parsekan ê ku hestên hemwelatiyan îstismar dikin û vê dikin kar, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de midaxeleya parsekên li navenda qezayê hat kirin.
“Li cihên girtî kontrola cigareyê hat kirin”
Tîmên girêdayî Midûriyeta Zabita me û Rêveberiya Tenduristiyê ya Qeza Hazroyê li seranserê qezaya me li kafe û qehwexaneyan çavdêrî kirin. Di van çavdêriyan de hat kontrolkirin ka li beşên girtî yên kafe û qehwexaneyan titûn û berhemên titûnê tên bikaranîn an na û xwediyên kargehan di vî warî de hatin hişyarkirin û protokolên pêwist hatin amadekirin.
“Têkoşîna li dijî heywanên bê xwedî”
Tîmên girêdayî Midûriyeta Zabita me, li seranserê navenda qezayê li dijî heywanên bê xwedî yên ku ji nişka ve derdikevin kolanan û dibin sedema qezayan têdikoşin. Di vê çarçoveyê de heywanên ku derketibûn Kolana Amedê ji kolanê hatin dûrxistin, tîman xwediyên heywanan di vî warî de hişyar kirin û gotin ku divê heywanan berî derva nedin.
Li gundê Ferhendê ya navçeya me zibilê ajalan ên kombûyî yên ku mêş û kêzik lê çêdibin, hat paqijkirin. Bermayiyên sewalan ên ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ve hatin komkirin li herêmeke dûrî bajêr hatin avêtin.