Kategoriler
Haberler

Ji bo Farqînek paqij em hemû bi hevra!

Ji aliyê Midûrîyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me ve, li Taxên Yenîşehîr û Qale yê xebatên paqijkirina giştî hatin kirin. Di vê çarçoveyê de, ji aliyê ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Paqijiyê ve, li hemû kuçeyên taxan bi awayekî giştî çop hatin berhevkirin. Midûrîyeta Karên Paqijiyê ya me diyar kir ku dê xebatên wan ji bo Farqînek paqijtir berdewam bikin û ji hemwelatiyên me xwest ku ew jî derdora xwe paqij bigirin.

Kategoriler
Haberler

Li gunda paqijkirina zibilê ajalan ên kombûyî didome

Ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ve li gunda paqijkirina zibilê ajalan ên kombûyî didome. Li gundên Sêdeqnê û Xerabguryan yên navçeya me zibilê ajalan ên kombûyî yên ku mêş û kêzik lê çêdibin, hat paqijkirin. Bermayiyên sewalan ên ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ve hatin komkirin li herêmeke dûrî bajêr hatin avêtin.

Kategoriler
Haberler

Ji Şaredariya Mezin a ê Perwerdehiya Praktîkî ya Kontrola Xwarinê li Navçeya Me

Koordînasyona Kontrola Xwarinê ya Şaredariya Mezin a Amedê, li navçeya me cîhên kar kontrol kirin û ji bo yekîneyên têkildar bi awayekî praktîkî şîrove kirin ka divê kontrol li qadê çawa bên kirin.

Kategoriler
Haberler

Şaxa DÎSKÎ ya Farqînê serdana şaredariya me kir

Abbas Aslan ku weke Midûrîyeta Şaxa DÎSKÎ ya Farqînê hatiye tayînkirin û Serokê Daîreya Herêma 1’emin a Avahiyên DÎSKÎ’yê Sûat Yavûz, serdana şaredariya me kirin.

Aslan û Yavûz ku ji bo serdana naskirinê hatibûn şaredariya me, ji aliyê Hevşaredarê me Kadri Esen ve hatin pêşwazîkirin.

Kategoriler
Haberler

Li Taxa Baxçelievlerê kuçe hatin paqijkirin

Ji aliyê Midûrîyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me ve, li Taxa Baxçelievler xebatên paqijkirina giştî hatin kirin. Di vê çarçoveyê de, ji aliyê ekîbên girêdayî Rêveberiya Karên Paqijiyê ve, li hemû kuçeyên taxê bi awayekî giştî çop hatin berhevkirin. Midûrîyeta Karên Paqijiyê ya me diyar kir ku dê xebatên wan ji bo Farqînek paqijtir berdewam bikin û ji hemwelatiyên me xwest ku ew jî derdora xwe paqij bigirin.

Kategoriler
Haberler

Têkoşîna li dijî heywanên bê xwedî didome

Tîmên girêdayî Midûriyeta Zabita me, li seranserê navenda navçeya me li dijî heywanên bê xwedî yên ku ji nişka ve derdikevin kolanan û dibin sedema qezayan têdikoşin. Di vê çarçoveyê de heywanên ku derketibûn Kolana Amedê ji kolanê hatin dûrxistin, tîman xwediyên heywanan di vî warî de hişyar kirin û gotin ku divê heywanan berî derva nedin.

Kategoriler
Duyurular

ÇED Gerekli Değildir Kararı Hakkında 30.7.2024

Kategoriler
Haberler

Peyarê yên peyayan ne, bila em wan dagir nekin!

Hevşaredarên me li dijî dagirkirina peyarêyan çalakiyek berfireh a hişyarkirinê pêk anîn. Hevşaredarên me Sevim Biçici û Kadri Esen, bi Midûrê Zabita me Ferzende Tekin re û bi beşdariya tîmên zabita, hişyarî dan esnaf û firoşkarên gerok.

Hevşaredarên me li kolanên Karabehlul, Gazî û Azizoglu geriyan û agahî dan kargehên ku peyarêya dagir kirine û firoşkarên gerok ku ev tevger trafîka peyayan asteng dike û ne qanûnî ye.

Hevşaredarên me gotin: “Bilindkirina kalîteya jiyanê ya navçeya me û afirandina hawîrdoreke ewletir ji bo her kesî di nav pêşîniyên me de ye. Em bawer dikin ku esnafên me jî dê di vê mijarê de bi me re hevkariyê bikin.”

Dê çavdêriyên bi rêkûpêk li ser firoşkarên gerok û esnafên ku li dijî qaideyan dest bi firotinê dikin, berdewam bikin.

Welatiyên ku bûn şahidê çavdêriya ku ji aliyê şarederiya me ve hatî kirin, diyar kirin ku çavdêrî gelekî di cih de ne û balê kişandin ser ku divê esnaf hişyar bin.

Kategoriler
Haberler

“Dawî li Dagirkirina Peyarêyan li Navçeya Me: Çareseriya Nû ji Hevşaredarên Şaredariya me ji bo Firoşkarên Gerok”

Li navçeya me, ji bo çareserkirina pirsgirêka dagirkirina peyarêyan a ku demeke dirêj e berdewam dike, civînek bi firoşkarên gerok re hat lidarxistin.

Di civînê de, derbarê cihekî nû yê ku ji bo firoşkarên gerok hatiye çêkirin de agahî hat dayîn. Hevşaredarên Şaredariya me ragihandin ku bi vê rêkxistina nû re, wê dawî li dagirkirina peyarêyan were. Girîngiya vê rêkxistina nû hem ji aliyê ewlekariya peyayan ve û hem jî ji aliyê pergala bajar ve hat destnîşankirin.

Hevşaredarên me, dema ku hûrgiliyên cihê nû çêkirî vedigotin, anîn ziman ku ev yek dê hem çavkaniyên debara firoşkarên gerok biparêze û hem jî bikaranîna peyarêyan li gorî armanca wan misoger bike.

Kategoriler
Haberler

Li gundan ji bo ajalan çêkirinên hewzên avê didomin

Ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariya me ve zêda bûna hewa germra ji bo ku ajal bê av neminin, li gundan golên avê tên çêkirin. Di vê çarçoveyê de li gundê Qewşanê ji bo ku heywan bê av neminin hewz hat çêkirin.
Ji aliye Midûriyeta me ya Karên Fenê ve hat diyarkirin ku dê xebat li hemû gundên girêdayî navenda navçeyê dewam bikin.