Kategoriler
Haberler

Sevim Biçici bi jinan re hevditîn kir.

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, bi endamên meclîsa me yên jin re li taxa Tekelê bi jinan re civînek li dar xist.

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, piştî ku pirsgirêkên jinan guhdar kir, derbarê xebatên ku wê weke şaredarî ji bo jinan bikin de agahî dan û piştgirî ji wan xwest.

Kategoriler
Duyurular

Silvan Belediyesi Personel A.Ş. Mülakat Sınavına Girecek Aday Listesi

Kategoriler
Meclis Kararları

Meclis Kararları

Kategoriler
Belediye Meclisi

Meclis Üyelerimiz

Kategoriler
Belediye Encümeni

Meclis üyeleri

Kategoriler
Haberler

Li Hewşa Dibistanê Xebata Paqijkirinê

Rêveberiya Karên Fenê ya Şaredariya me molozên li dora dibistana li Gundê Mîreliya paqij kir. Bi van xebatan, qirêjiya dîtbarî ya li dora dibistanê hat rakirin û beriya destpêka demsala nû ji bo xwendekar û mamosteyan hawîrdorek tenduristtir û ewletir hat pêkanîn.

Kategoriler
Haberler

Li gunda, paqijkirina zibilê ajalan ên kombûyî didome

Ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariye me ve li gunda paqijkirina zibilê ajalan ên kombûyî didome.

Di vê çarçoveyê da li gundê Cano yê navçeya me zibilê ajalan ên kombûyî yên ku mêş û kêzik lê çêdibin, hat paqijkirin. Bermayiyên sewalan ên ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ve hatin komkirin li herêmeke dûrî bajêr hatin avêtin.

Kategoriler
Haberler

Kolanek paqij, Farqînek paqij!

Kolanek paqij, Farqînek paqij!

Seferberiya paqijiyê ya ku ji aliyê Midûriyeta Karên Paqijiyê a me ve li seranserê navenda navçeya me dest pê kiriye, berdewam dike.

Seferberiya paqijiyê ya ku ji aliyê Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me ve li seranserê navenda navçeya me dest pê kiriye, berdewam dike. Di çarçoveya xebatan de, li taxên Tekel, Konak û Parka Kaniya Navîn a navçeya me xebatên paqijiyê yên giştî hatin kirin. Xebatên me yên paqijiyê dê li seranserê navçeya me dê berdewam bikin.

 

Temiz bir sokak Temiz Bir Silvan!

Temizlik İşleri Müdürlüğümüz tarafından ilçe merkezi genelinde başlatılan temizlik seferberliği devam ediyor.

Belediyemiz Temizlik İşleri Müdürlüğü tarafından ilçe merkezi genelinde başlatılan temizlik seferberliği devam ediyor. Çalışmalar kapsamında ilçemizde Tekel, Konak ve Kaniya Navîn Parkı etrafında toplu temizlik çalışması yapıldı. Temizlik çalışmalarımız ilçe genelinde devam edecek.

 

Kategoriler
Haberler

Midaxeleya Zabîtayê li hemberî parsekaran!

Tîmên zabîtayê yên girêdayî Şaredariya me, li seranserê navçeyê kontrolek li ser parsekan pêk anî.

Di kontrolên ku hatin kirin de, bi taybetî li cihên ku gel bi girseyî lê ye, midaxele li kesên ku hate dîtin ku parsekariyê dikin, hate kirin. Tîmên me yên zabîtayê bang li hemwelatiyên me kir ku li hember rewşên bi vî rengî hişyar bin û teşwîqê nedin parsekariyê. Hat ragihandin ku dê kontrol bi awayekî rêkûpêk berdewam bikin.

Kategoriler
Haberler

Xebatên me yên li qadên hêşîn berdewam dikin

Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya me, bi zêdebûna germahiya hewayê re, li qadên wek park, baxçe, refûjên navîn û qadên lîstik        ên zarokan xebatên xwe didomîne.

Midûriyeta Park û Baxçeyan me, bi zêdebûna germahiya hewayê re, li seranserê navçeya me, li park û qadên hêşîn ji bo ku giya û dar hişk nebin, şev û roj xebatên xwe didomîne. Ji bo ku hemwelatî bikaribin di hawîrdoreke tenduristtir, hêşîn û jiyînbar de bêhnvedanê bikin, ekîb li hemû parkên li navenda navçeyê û li refûja navîn a li kolana Amedê xebatên avdanê, birîna giyayên bejî, birîna giya, paqijiya derdorê û tamîrkirina sîstemên avdanê didomînin.