Kategoriler
Haberler

Bi amûra paqijkirinê li navenda navçeyê xebatên paqijiyê hatin kirin

Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me, li kuçe û kolanên navenda navçeyê xebatên paqijiyê didomîne.

Ekîban, bi amûra paqijkirinê li kuçe û kolanên taxên Bağlar û Selahattin ên navçeya me xebateke berfireh a paqijiyê pêk anîn. Di çarçoveya xebatan de kuçe û kolan ji toz, gemar û çopên din hatin paqijkirin. Welatî, ji van xebatên paqijiyê yên li seranserê navçeyê tên kirin kêfxweşiya xwe anîn ziman û berpirsiyarên Midûriyeta Karên Paqijiyê ya me ragihandin ku çalakiyên paqijiyê dê bi rêkûpêk berdewam bikin.

Kategoriler
Haberler

Li taxa Camiyê xebatên paqijiyê hat kirin

Ji bo Farqîneke paqijtir, seferberiya paqijiyê ku ji aliyê Midûriyeta Karên Paqijiyê ya me ve li seranserê navenda navçeyê dest pê kiriye, berdewam dike.

Di çarçoveya xebatan de, li taxa Camiyê ya navçeya me paqijiyên giştî hatin kirin. Berpirsêrên Midûriyeta Karên Paqijiyê ji bo Farqîneke paqijtir, ji hemwelatiyên me jî daxwaza piştgiriyê ji bo paqijiyê kirin.

Kategoriler
Haberler

Diyargazê Boriyên Gazê Danîn: Rêyên Xerabûyî Hatin Tamîrkirin

Li hin taxan ji aliyê Diyargazê ve boriyên gazê li bin erdê hatin danîn. Di çarçoveya van xebatan de, rêyên ku li taxa Baglarê xerabûn, ji aliyê tîmên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê yê şaredariya me ve bi lez hatin tamîrkirin. Hemwelatiyan, ji bo xebatên rêyan a bi lezgînî kêfxweşî ya xwe anîn ziman. Ji bo mehên zivistanê de kolan nebin herî, xebatên bi vî rengî dê li taxên din jî wê berdewam bikin.

Kategoriler
Haberler

Li gunda paqijkirina zibilê ajalan ên kombûyî didome

Ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ya me ve li gunda paqijkirina zibilê ajalan ên kombûyî didome. Di vê çarçoveyê da li gundê Reşikê yê navçeya me zibilê ajalan ên kombûyî hat paqijkirin. Bermayiyên sewalan ên ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ve hatin komkirin li herêmeke dûrî gund hatin avêtin.

Kategoriler
Haberler

Hevşaredarên me serdanên xwe yên gundan didomînin

Hevşaredarê me Kadrî Esen, îroj çû serdana gundên Pîrrema, Mîreliya, Aslo û Hecî Reşê (Bayîk). Endamên meclisê û rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Farqînê jî bi şaredarê me re bûn.

 Heyetê li pirsgirêkên gundiyan guhdarî kir û ew qeyd kirin. Herwiha ji bo piştgiriya gundiyan a ji bo hilbijartinên herêmî malavayî li wan kirin.
Kategoriler
Haberler

Hevşaredare me Sevim Biçici, bi xebatkarên Jin ên şaredariya me re civîna koordînasyonê pêk anî

Hevşaredare me Sevim Biçici bi xebatkarên jin ên şaredariya me re civiya. Di civînê de, der barê projeyên berdewam dikin û çalakiyên şaredariya me de agahî hatin parve kirin. Sevîm Bîçîcî, dîtin û pêşniyarên xebatkaran guhdarîkir û li ser pêşxistina xizmetên şaredariya me fikir û nêrîn hatin guhertin.

Kategoriler
Haberler

Sevim Biçici bi jinan re hevditîn kir.

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, bi endamên meclîsa me yên jin re li taxa Tekelê bi jinan re civînek li dar xist.

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, piştî ku pirsgirêkên jinan guhdar kir, derbarê xebatên ku wê weke şaredarî ji bo jinan bikin de agahî dan û piştgirî ji wan xwest.

Kategoriler
Duyurular

Silvan Belediyesi Personel A.Ş. Mülakat Sınavına Girecek Aday Listesi

Kategoriler
Meclis Kararları

Meclis Kararları

Kategoriler
Belediye Meclisi

Meclis Üyelerimiz