Kategoriler
Haberler

Li Taxa Selahettînê xebata paqijiyê hat kirin

Ji aliyê Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me ve, li hin kolanên Taxa Selahettînê a navçeya me xebateke giştî ya paqijiyê hat kirin.

Kategoriler
Haberler

Kar û pêkanîna çêkirina (ve) temîrkirina berfûrên parke dewam dike.

Piştî boriyên gazê yên ku ji aliyê Diyargazê ve hatine danîn, xebatên li ser kevirên rêyan ên xerabbûyî li kolanan berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, rêyên xerabbûyî li Taxa Baglarê ji aliyê ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariya me ve bi lez hatin çêkirin. Piştî xebatên Diyargazê, cihên xerabbûyî bi rêtina betonê hatin tijekirin.

Di heman demê de, li ser kolana Karabehlülbey a li navenda navçeyê, ji bo ku welatî bi rehetî bimeşin, li peyarêyê pêpelûkeke kurt hate çêkirin.

Kategoriler
Haberler

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî bi nûnerên jin ên rêxistinên sivîl û esnafên jin re civiya

Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî ku bi nûnerên jin ên rêxistinên sivîl û esnafên jin ên navçeya me re civiya, daxwazên jinan û zehmetiyên ku jin bi wan re rû bi rû ne guhdar kir. Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, bi baldarî jinan guhdar kir û destnîşan kir ku ew ê ji bo çareseriya van pirsgirêkan bi hev re bixebitin.

Kategoriler
Haberler

Serdanên hevşaredarên me yên gundan bi du milan ve didomin

Hevşaredarên me Sevim Bîçîcî û Kadrî Esen, ji bo pirsgirêkên li gundên girêdayî navçeya me di cîh de tespît bikin, serdanên gundan didomin. Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen ku bi feraseta şaredartiya gelparêz tevdigerin, bi welatiyên ku li gund û mezrayên weke Mala Zorê, Girbilok, Başbûg, Qurtê, Zerê, Xweşa, Qizlal û Deyîka dijîn re hatin gelhev.

Di vê çarçoveyê de di serdanên ku ji du aliyan ve pêk hatin de Hevşaredarên me bi rûniştvanên gundan re têkiliyên yekser danîn û pêdiviyên bingehîn ên gundan ên weke binesazî, av, rê û pirsgirêkên din ên herêmî di cih de lêkolîn kirin. Welatiyan diyar kir ku ji hatina Hevşaredaran a gundên wan û guhdarîkirina pirsgirêkên wan kêfxweş in.

Sevim Bîçîcî û Kadrî Esen, diyar kirin ku ji bo çareseriyên lezgîn û bibandor ji pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû ne re bibînin wê bi awayekî hevaheng bi beşên pêwendîdar re bixebitin. Hevserokên me bal kişandin ser girîngiya têkiliya rast e rast a bi gel re û ev tişt gotin: “Em ê bi nêzîkatiyeke hestiyar nêzî daxwazên gelê xwe bibin û xizmetên xwe yên çareseriyê berdewam bikin.”

Kategoriler
Haberler

Di bin banê şaredariya me de kreşa kurdî tê vekirin

Bi biryara ku meclîsa şaredariya me di meha tebaxê de girt wê di rojên pêş de li navçeya me kreş û mala lênêrînê ya biroj a zarokan ku bi kurdî perwerdê bide bê vekirin.

Wê kreş bi kurdî zarokan perwerde bike û derfet bide wan ku bi zimanê xwe fêrî elimandina dibistanê bibin.

Li kreşê wê bi perwerdeya kurdî fêrbûna bi lîstikan be esas bê girtin û bi bernameyên civakî wê hewl bê dayîn ku zarok aliyên xwe yên civakî bi pêş bixin.

Hevşaredarên me ji bo vekirina kreşê ev peyam dan: “Jiyandina kurdî û ragihandina ji bo nifşên pêşerojê ji bo me berpirsyariyeke mezin e. Wê ev kreş bibe wesîle ku zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin.”

Kreşa ku xebatên vekirina wê hatine destpêkirin di mehên pêş de wê deriyê xwe ji zarokan re vebike.

Kategoriler
Haberler

Parqa Rindêxan li navçeya me pîroz be!

Bi biryara meclisa şaredariya me ya meha tebaxê navê Qada Bajêr a Kiliçaslanê Yekemîn hat guhertin. Di encama dengdayîna li meclisê de navê nû yê qadê weke “Parka Rindêxan” hat diyarkirin. Guhertina ku bi armanca nîşandina dîrok û nirxên çandî yên herêmî hatiye kirin, ji aliyê hemwelatiyên navçeyê ve bi erênî hat pêşwazîkirin.

Kategoriler
İmza Yetkileri Yönergesi

İmza Yetkileri Yönergesi

İmza Yetkileri Yönergesi
 
Kategoriler
Duyurular

Silvan Belediyesi Personel A.Ş. Mülakat Sınavına Girip Başarılı Olan Aday Listesi

Kategoriler
Haberler

Hevşaredarên me serdanên xwe yên gundan didomînin

Hevşaredarê me Kadrî Esen, îroj çû serdana gundên Sehbe, Dêrka Dêrûnê (Sora) û Dêrûnê. Endamên meclisê û rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Farqînê jî bi şaredarê me re bûn.
Heyetê li pirsgirêkên gundiyan guhdarî kir û ew qeyd kirin. Herwiha ji bo piştgiriya gundiyan a ji bo hilbijartinên herêmî malavayî li wan kirin.

Kategoriler
Haberler

Konteynirên çopê hatin dezenfektekirin

Personelên girêdayî Midûriyeta Karên Paqijiyê di çarçoveya xebatên paqijiyê da konteynirên çopê ê gelek kolanan şûştin û dezenfekte kirin.

Ji bo ku Farqîna me xweşiktir bibe xebatên me dewam dikin.