Kategoriler
Haberler

Ji şaredariya me gavên nûjen: Xwaringeha Bajêr û Firina Nan a Gel

Şaredariya me, weke nîşana feraseta şaredartiya civakî, projeyên girîng amade dike. Li gorî biryara ku ji aliyê Meclîsa Şaredariya me ve hatiye girtin, ji bo alîkariya aboriya jinên navçeyê, Xwaringeha Bajêr ku tenê jin lê bixebitin û Firina Nan a Gel dê bê vekirin.

Şaredariya me, weke nîşana feraseta şaredartiya civakî, projeyên girîng amade dike. Li gorî biryara ku ji aliyê Meclîsa Şaredariya me ve hatiye girtin, ji bo alîkariya aboriya jinên navçeyê, Xwaringeha Bajêr ku tenê jin lê bixebitin û Firina Nan a Gel dê bê vekirin.
Xwaringeha Bajêr dê were vekirin
Hevşaredarên me diyar kirin ku bi projeyê hem dixwazin ji jinan re derfetên kar ava bikin û hem jî pêdiviyên xwarinê yên bi bihayên guncaw ji bo hemwelatiyên kêmderfet dabîn bikin. Hevşaredaran der barê mijarê de ev tişt got: “Di çarçoveya feraseta şaredartiya civakî de, em dixwazin hem ji jinên navçeya xwe re derfetên kar biafirînin hem jî xizmetên xwarinê yên bi bihayên kêmtir pêşkêşî gelê xwe bikin. Ev xwaringeh wê piştgiriya serxwebûna aboriyê ya jinên me bike û nirxekê li civaka me zêde bike. Her wiha ji bo marqabûna kurdî me navê wê bi kurdî hilbijart.”
Xwaringeha Bajêr a were vekirin, bi taybetî wê pêdiviyên rojane yên xwarinê yên hemwelatiyên kêmderfet bi bihayên guncawtir dabîn bike. Di çarçoveya projeyê de wê hemû karkerên xwaringehê ji jinan pêk werin û bi vî awayî bê armanckirin ku karkirina jinan zêde bibe.
Xizmeta nanê bi erzan dest pê dike
Şarederiya me ji bo ku pêdiviya nanê rojane yên welatiyên kêmderfet bi bihayên guncav dabîn bike mora xwe diavêje bin projeyeke din. Bi biryara ku meclîsa şaredariya me girtiye wê li Farqînê Firina Nan a Gel bê avakirin.
Hevşaredarên me diyar kirin ku ev proje jî beşeke ji feraseta şaredartiya civakî ye û ev tişt gotin: “Firina Nan a Gel armanc dike ku pêdiviya nanê hemwelatiyên me bi bihayên guncawtir dabîn bike. Ev gav, bi taybetî dê bibe alîkar ku standardên jiyanê yên malbatên me yên bêderfet baş bike.”
Firina Nan a Gel ku were avakirin, armanc dike ku piştgiriya aborî bide hemwelatiyên bêderfet. Firin dê rojane nanê teze çêbike û berhemên bikalîte bi bihayên guncaw pêşkêşî hemwelatiyan bike.
Van gavên nûjen û sûdmend ên civakî yên şaredariya me, li navçeya me bi kêfxweşî û dilşadiyeke mezin hatin pêşwazîkirin.