Kategoriler
Haberler

Dîmenên ji Qampanyaya Paqijkirinê

Dîmenên ji Qampanyaya Paqijkirinê
Kategoriler
Haberler

Li Farqînê kampanyaya ‘Paqij bike û bide paqijkirin’ dest pê kir

Şaredariya me, li navçeyê dest bi tevgereke berfireh a paqijiyê kir. Ev kampanyaya paqijiyê ku dê nêzî 3 mehan bidome, dê bi panoyên reklaman û broşurên bi kurmancî, zazakî û tirkî were destekkirin û her wiha ji bo kampanyayê filmeke kurt hatiye amadekirin. Kampanya armanc dike ku hişmendiya jîngehê li navçeyê zêde bike û cihên jiyanê paqijtir bike.

Hevserokên Şaredariya me Sevim Biçici û Kadri Esen, ku li ber şaredariya me kom bûn û cilên ku li ser wan bi dirûşma “Paqij bike û bide paqijkirin” nivîsandî li xwe kiribûn, bi Hevserokê DEM Partiya Navçeya Farqînê Nazmî Ezer û rêveberên partiyê, endamên meclisa me, Serokê CHP’ê yê Navçeya Farqînê Îhsan Kizilkan, endamên Egîtîm Senê, nûnerên Odeyên Pîşesazî û dikandar, karkerên paqijiyê û welatiyan re li navçeyê kampanya paqijiyê dan destpêkirin.

Hevserokên şaredariya me û şandeya bi wan re ku ji ber avahiya şaredariyê dest bi paqijiyê kirin û li ser Cadeya Karabehulbey paqijî kirin û heta Cadeya Gazî ya navenda navçeyê hatin, li vir daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de Hevserokê Şaredariya me Kadrî Esen got: “Em wek şaredarî bi dirûşma ‘Paqij bike û bide paqijkirin’ dest bi kampanyaya paqijiyê kirin. Em gazî hemû gelê xwe dikin; di mijara paqijiyê de piştgiriya me bikin da ku em ji siberoja xwe re, ji zarokên xwe re bajarekî paqij û bi tendurist bihêlin. Kampanyaya me îro dest pê kir û dê 3 mehan bidome. Em ê hefteyê carekê dîsa bi hev re li cihekî cuda paqij bikin û bidin paqijkirin û em dixwazin ku têgihiştina paqijiyê pêk were.”

Hevseroka me Sevim Biçici jî spasiya hemû kesên ku ku di kampanyayê de xebat kirine kir û got: “Faqrîn welatê me ye. Cihê ku em lê dijîn e. Em ê paqij bikin û qirêj nekin. Ji ber vê yekê me kampanyaya xwe bi dirûşma ‘Paqij bike û bide paqijkirin”’ dest pê kir.” Bîçîcî di berdewamiya axaftina xwe de bang li jin û ciwanan kir û got: “Em dora xwe paqij bikin û xwedî li navçeya xwe derkevin.”

Di çarçoveya kampanyayê de, ji bo zêdekirina hişmendiya paqijiyê gelek amûr hatin amadekirin. Fîlm, panoyên reklaman û broşurên ku bi kurmancî, zazakî û tirkî hatine amadekirin, armanc dikin ku gel agahdar bike û hişmend bike. Şaredariya me, dê bi rêya van amûran gel li ser girîngiya paqijiyê agahdar bike û wan teşwîq bike ku beşdarî xebatên paqijiyê bibin.

Ev kampanyaya berfireh a paqijiyê ya şaredariya me, ne tenê dê paqijiya giştî ya navçeyê pêk bîne, her wiha armanc dike ku hişmendiya jîngehê zêde bike û di civakê de hesteke hevpar a berpirsiyariyê ava bike.

Kategoriler
Duyurular

Halkın Bilgilendirilmesi ve Sürece Katılımı Toplantısı Duyurusu (Güneş Enerji Santrali (10,800 MWe/14,532 MWm-14,670 Ha) Projesi)

Kategoriler
Haberler

Paqij bike û bide paqijkirin

Ji bo Farqînek paqijtir em sibê saet di 11.00’an de li Kolana Gaziyê (Çarşî) bi dûrişmeya “Paqij bike û bide paqijkirin” kampanya paqijiyê didine destpêkirin. Nûnerên hemû rêxistinên me yên sivîl û gelê me vexwendiyê kampanya me ne.

Kategoriler
Haberler

Ekibên Zabitaya me kontrola etîketa bihayan pêk anîn

Ji bo parastina mafên bikarhêneran, li xwaringeh, kafe û pastexaneyên ên ku li navenda navça me dixebitin, kontrola etîketa bihayan hat kirin. Di kontrolên ku ji aliyê tîmên girêdayî Midûriyeta Zabîtaya me ve hatin pêkanîn de, hat kontrol kirin ka kargehên bazirganiyê li gorî rêziknameyên têkildarî etîketên bihayan tevdigerin an na.

Kategoriler
Haberler

Hilweşandina avahiyên terikandî didomon

Li Taxa Yenîşehîrê xaniyekî terikandî ku bûbû cihê bikaranîna madeyên hişber, ji aliyê Midûriyeta me ya Karê Fenê ve hat hilweşandin û paqijkirin.

Di heman demê de xirbeyên mizgefta ku li gundê Qeremûsê ya navçeya me ji aliyê gundiyan ve hatibû hilweşandin jî ji aliyê Midûriyeta me ya Karê Fenê ve hat paqijkirin.

Kategoriler
Haberler

Li firinan kontrolkirina giraniya nan hat kirin

Ekîbên me yên girêdayî Midûriyeta Zabitayê li firin û berhemên nan difroşin kontrola giraniya nan pêk anîn. Ekîban, hişyarî û agahî dan esnafan ku bi tundî şert û mercên paqijî û tenduristiyê bi cih bînin.

Kategoriler
Haberler

Li Taxa Baglarê karên rê berdewam in

Li Taxa Baglarê, rêyên ku ji ber karên Diyargazê xera bûbûn, ji aliyê ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê ya şaredariya me ve tên çêkirin. Di vê çarçoveyê de, li kûçê taxê kevirên parqe e ku hatibûn rakirin nû ve hatin raxistin û li hin deveran jî beton hat rijandin û kar hat temam kirin.

Kategoriler
Haberler

Hemama kevn hate hilweşandin

Ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ya Şaredariya me ve, hemama kevn a ku li Taxa Selahattinê û demeke dirêj bû ber bi hilweşandinê ve diçû û bûbû cihê bikaranîna madeyên hişber, hate hilweşandin. Ev gavê ku ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ya me ve hatiye avêtin, bi armanca zêdekirina ewlehî û aramiya hemvelatiyên taxê ye û armanc dike ku rewşên neyînî yên li herêmê asteng bike.

Kategoriler
Haberler

Li kafe û qehwexaneyan kontrola tûtin û berhemên wê hate kirin

Tîmên Midûriyeta me ya Zabitayê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Hezroyê li kafe û qehwexaneyên li navçeya me kontrol kirin ku tûtin û berhemên wê tên bikaranîn an na. Xwediyên kafe û qehwexaneyan hatin hişyarkirin û girtekên pêwîst hatin girtin.