Kategoriler
Haberler

Ji bo Farqîneke paqijtir “Paqij bike û bide paqijkirin”

Ji bo Farqîneke paqijtir, pêngava paqijiyê ya ku ji aliyê Midûriyeta Karên Paqijiyê ya me ve li seranserê navenda navçeyê hatiye destpêkirin, berdewam dike.

Ji bo Farqîneke paqijtir, pêngava paqijiyê ya ku ji aliyê Midûriyeta Karên Paqijiyê ya me ve li seranserê navenda navçeyê hatiye destpêkirin, berdewam dike.

Pêngava paqijiyê ya ku ji aliyê Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya me ve li seranserê navenda navçeyê hatiye destpêkirin, berdewam dike. Di çarçoveya xebatan de li navçeya me, di kuçeyên taxên Baglar, Ferîdûn û Camîyê de û li derdora Birca Zembilfiroş û Derê Qulfa yê ên dîrokî xebata paqijiya giştî hat kirin. Berpirsiyarên Midûriyeta Karên Paqijiyê ya me diyar kirin ku berê li taxên Baxçelîevler, Yenîşehîr û Qeleyê xebatên paqijiya giştî hatine kirin û ji bo Farqîneke paqijtir ji welatiyên me jî piştgirî ji bo paqijiyê xwestin.