Kategoriler
Haberler

Kûçikên bê xwedî hatin berhevkirin

Kûçikên li kolanan ku hejmara wan li navenda qezayê zêde dibû, ji aliyê tîmên şaredariya me ve hatin berhevkirin û li stargehê hatin bicihkirin.

Li ser giliyên hemwelatiyan, tîmên şaredariya me dest bi berhevkirina kûçikên li kolanan kirin ku hejmara wan li navenda qezayê zêde dibû, bi derziyên bêhişker ew girtin. Kûçikên ku ji aliyê tîman ve li navenda sûkê û li Taxa Tekelê hatin berhevkirin, birin stargehê. Kûçikên ku li stargehê hatin bicihkirin, hatin sterilîzekirin û derziyên wan hatin lêdan.