Kategoriler
Haberler

Li navçeya me şewata erazî

Li qada ya di navbera gundên Ferhend (Kayadere), Taxikê (Taşpınar) û Herşen (Arı) yên navçeya me de şewatek mezin derket. Şewata ku ji ber bandora bayê li qadeke berfireh belav bû ji aliyê ekîbên Îtfaiyeya Farqînê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wesayîtên avdanê yên Şaredariya me û welatiyên li herêmê ve midaxaleyî hate kirin. Ji ber şert û mercên zehmet ên eraziyê û bayê ekîban xebatên demdirêj de şewatê vemirandin.

Di dema ku ekîbên li ser sarkirina qada şewatê dixebitin, hat diyarkirin ku nêzî hezar donim zeviyên çandiniyê û hin dar şewitîn.

Şewata ku li goristana gundê Bilbil (Gündüz) derketibû jî, di encama mudaxeleya lezgîn a tîmên îtfaiyê de hat vemirandin, ekîbên me yên zabitayan jî ji bo ewlehiyê çûn cihê şewatê.