Kategoriler
Haberler

Midûriyeta Park û Baxçeyan lez da xebatên xwe

Bi zêdebûna germahiyê re Midûriyeta Park û Baxçeyan a şaredariya me lez da xebatên ku li qadên wekî park, bexçe, qadên navîn û qadên lîstikê ya zarokan tên kirin.

Midûriyeta me ya Park û Baxçeyan ji bo ku li seranserê navçeya me her ku hewa germ zêde dibe giya û darên li park û qadên hêşîn zuwa nebin bi şev û roj xebatên xwe didomînin. Ji bo welatî di hawîrdoreke saxlemtir û li cîhê hêşîntir bêhna xwe bidin, ekîb li hemû parkên li navenda navçeyê û li dexla navîn a seranser li kolana Amedê xebatên avdanî, birîna giyayan, paqijkirina jîngehê û tamîrkirina pergalên avdanê didomînin.

Di heman demê de ji bo zarok li hawîrdoreke ewletir bilîzin xebatên teftîşkirin û tamîrkirinê di komên lîstikên zarokan ên li qadên parka de dewam dikin.