



Me li taxa Selaheddînê li ser qadeke 3 donimî bostanên gel ava kiribû û berhemên ku bi ked û zehmetiya jinan mezin bûne, cara ewil hatin dirûn.
Marul, kargol (karnabahar) û kelema binefşî (kelema mor) ên ku li vê bostana gel hatine çandiniyê û tê de jin bi hev re hilberînin û piştgiriya hev mezin kirin. Jina keda xwe îro berhevkirin.
Di bostanên me yên gel de armanc ev e ku jin bibin yek, piştevaniyê xurt bikin, beşdarî hilberînê bibin û bi berhemên ku bi dest dixin tevkariyê li aboriya malbatê bikin.
Di heyama pêş de, em ê li taxên xwe yên din jî bostanên gel ava bikin û hilberîn û piştevaniyê mezin bikin.
Bi hev re hildiberînin, bi hev re mezin dikin


Ji ber barîna baranê , ekîbên Şaredariya me û ekîbên DÎSKIYê bi paqijkirina cihokên li çar aliyên navçeyê, pêşî li lehiyên gengaz û xeteriya afatên xwezayî digirin û em tedbîrên xwe li cih digirin.


Di civînê de polîtîkayên jinan, xebatên ku tên meşandin, pirsgirêkên ku pê re rû bi rû tên û pêşniyarên çareseriyê hatin gotûbêjkirin û derbarê dema pêş de nirxandin hatin kirin.
Em ê gotin, ked û têkoşîna jinan mezin bikin.”


Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, çûn serdana pîrozbahiyê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO). Hevşaerdarên me Serokê DTSO’yê yê ku hat hilbijartin Mehmet Kaya, û endamên desteya rêveber pîroz kirin û di xebatên wan ên heyama nû de serkeftin xwestin. Der barê aboriya bajar, bazirganî û xurtkirina hevkariyê ya di warê pêşveçûna herêmî de danûstandina nêrînan hat kirin.


Ji ber barîna baranê , ekîbên Şaredariya me û ekîbên DÎSKIYê bi paqijkirina cihokên li çar aliyên navçeyê, pêşî li lehiyên gengaz û xeteriya afatên xwezayî digirin û em tedbîrên xwe li cih digirin.



Em li seranserê navçeyê xebatên xwe yên rê û lênêrînê didomînin, da ku ji bo welatiyên xwe veguhastineke ewletir û rehettir pêk bînin.


Li navendê karê pejikandina daran ji aliyê ekîbên me ve bi baldarî tê domandin.
Ji bo jîngeheke kesk û birêkûpêk em karê xwe didomînin.


Karê asfaltkirinê li Taxa Kaniya Mezin berdewam dikin.
Hewldanên me yên ji bo dabînkirina rêyên ewletir û rehettir bê navber berdewam dikin.
Ji bo pêşîgirtina lehiyê projeya qenalê ku di taxên Kevirspî û Rezan de derbas bibe hat pêşniyarkirin. Ji aliyê Şaredariya Farqînê ve ji bo projeya qenalê xebatên îmzekirina destûrnameyê hatin destpêkirin.
Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî, Kadrî Esen û endamên meclisa me bi ekîbên şaredariya me û DÎSKÎ’yê re derketin sahê û li Kolana Gulê bi welatiyan re destûrname dan îmzekirin