



Em bi rêya piştevaniya jinan, li dijî zîhniyeta mêrsalar têdikoşin!
Em dibînin ku zîhniyeta serdestiya mêr, di hemû qadên jiyana civakî de çi civakî, siyasî, aborî an çandî be xwe wekî pergaleke baviksalar û wêranker li hemberî jinan nîşan dide. Em vê zîhniyeta mêrsalar a serdest û zordar, ku îrade, jiyan, beden, hebûn û keda jinan dike hedef, di her warê jiyanê de red dikin.
Di nêzîkbûna 25ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, em careke din radigihînin ku em bi rêya “Piştevaniya Jinan” li dijî her cure tundiya li ser jinan disekinin û dê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.
Em diyar dikin ku em ê li hemberî tundiya dîjîtal û derûnî ya ku bi rêya medyayê li dijî Hevşaredara me, Birêz Sevim Biçici tê kirin, bêdeng nemînin. Ew ji dema destbikarbûna xwe ve, bi armanca zêdekirina dîtbariya hemû jinên li Farqînê bi rêya ked û tevkariya wan di jiyana civakî de pêşî daye însiyatîfên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz û ev yek xistiye pratîkê.
Ji bo me eşkere ye ku ev îftira, di rastiyê de êrîşin li ser îradeya jinan û karên ku ji aliyê jinan ve tên kirin.
Wekî Meclîsa Jinan a Şaredariya Farqînê, em ê li hemberî bêqîmetkirina keda jinan, têkoşîna wan û îradeya ku ew temsîl dikin ku bi rêya lînçkirina li ser medyaya civakî û zîhniyeta girseyî pêk tê bêdeng nemînin; em ê dest bi pêvajoya yasayî bikin û pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.
Bi rêya têkoşîneke rêxistinkirî ya li dijî tundiyê, em dibêjin: Niha dema Jinan e!!!