Kategoriler
NÛÇE XIZMET

 Ji bo Goristanên 8 Gundên Me Piştgiriya Malzemeyan

Miduriyeta Goristanan a Şaredariya me, bi mebesta dabînkirina pêdiviyên goristanên 8 gundên me û beşdarbûna di sererastkirina hawirdora wan de, belavkirina malzemeyan hate kirin.
 Di çarçoveya vê xebatê de ji gundên me re:
• 12.000 metre têl hatin belavkirin.
• 815 heb dîrekên beton hatin belavkirin.
 Gundên ku malzeme ji wan re hatine belavkirin:
Kurtê, Malabadê, Dêrika Dêrûnê, Fêra, Boşat, Korît, Belawela û Gundê Cano.
Ji bo ku em pêdiviyên gundên xwe dabîn bikin, parastina goristanên xwe bikin û xwedî li qadên xwe yên hevpar derkevin, em xebatên xwe berdewam dikin.

Kategoriler
NÛÇE

Rêxistina Navçeya Farqînê ya Partiya DEMê û Hevşaredarê Me bi Keyayên tax û gundan re Hatin cem hev

Rêxistina Navçeya Farqînê ya Partiya DEMê bi keyayên tax û gundan re hatin cem hev û derbarê maddeyên hişbir, fûhuş û pirsgirêkên bingehîn ên navçeyê de nirxandin kirin.

Di civîna ku hat lidarxistin de Hevserokên Navçeya Farqînê yên Partiya DEMê Mahsum Korkmaz û Şefîka Beyazit û Hevsaredarê me Kadrî Esen cih girtin.

Di civînê de bi taybetî pirsgirêkên hişbirê û fûhuşê hatin destgirtin; li ser pirsgirêkên ku li navenda navçeyê û gundan tên jiyîn û li ser pêşniyarên çareseriyê axaftin hat kirin