Ekîbên Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya me li navenda bajêr û gundan xebatên lênêrîn û sererastkirinê li qadên lîstikê yên zarokan û kursiyên rûniştinê kirin. 🛠️
Amûrên qadên lîstikê yên kevin ji bo ewletir û bikêrtir bibin hatin nûjenkirin û kursiyên rûniştinê hatin nûkirin û ji bo welatiyên me hatin peydakirin.🌳










